Li Tirkiyeyê ziman di bin siya tirkî de ne

Li Tirkiyeyê 35 ziman hene. Lê tenê bi tirkî li dibistanan perwerdehî tê dayîn. Ji ber zimanê perwerdehiyê tirkî ye, 34 ziman di bin siya tirkî de dimînin. Ji ber ku li dibistanan perwerdehiya zimanê zikmakî nayê dayîn, saziyên zimanê kurdî bi rêya kurs û atolyeyan perwerdehiya ziman didin.

1 deqe xwendin
 Li Tirkiyeyê ziman di bin siya tirkî de ne

Li gorî anketa Şîrketa Lêkolîna Aboriyê ya Stenbolê ku di 15ê mijdara 2024an de hat parvekirin, li Tirkiyeyê ji sedî 17ê nifûsê kurd in. Li gorî reqaman nêzî 14-15 milyon kurd li Tirkiyeyê dijîn. Nêzî 450 hezar çerkes û 350 hezar jî ereb hene. Lê bi tevahiya vê nifûsê re, kurd nikarin ji mafê perwerdehiya zimanê zikmakî sûdê werbigirin.

Li gorî xala 26an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bêyî ku cudahiya ziman, bawarî, nasname, zayend û reng bê kirin, hemû mirov xwedî mafê perwerdehiya wekhev in. Li gorî prensîba azadiya perwerdehiyê, daxwaz û biryara dayik û bavan a hilbijartina cure û zimanê perwerdehiyê ji bo zarokan esas e.

Piştî Zagona Tevhid-i Tedrisatê (1924), hemû saziyên perwerdehiyê xistin bin kontrola dewletê û medreseyên ku bi zimanên cuda perwerde didan hatin girtin. Piştî Plana Islaqata Şerqê (1925), kurdî li saziyên cemaweriyê hate qedexekirin. Bi Teza Dîroka Tirk û Teoriya Ziman a Guneşê (1930) hat îdiakirin ku hemû ziman koka xwe ji tirkî werdigirin û zimanên din hatin înkarkirin. Bi vekirina Dibistanên Leylî (YÎBO) (1960) zarokên kurdan ji zimanê zikmakî dûr xistin.

Bi Destûra Bingehîn a 1982an, bi taybet di xala 42yan de, tê gotin ku “Ji xeynî tirkî ti zimanên din di saziyên perwerdehiyê de nayên bikaranîn.” Ev bend di pratîkê de li pêş zimanê zikmakî dibe asteng. Her çendî di salên 1990 û 2000î de hin reform hatin kirin û hin qedexeyên li ser kurdî rakirin jî, kurd nekarin bi zimanê zikmakî li dibistanan perwerde bibin. Di pêvajoya Çareseriya Demokratîk de (2013), li hin zanîngehên wekî Artûklû, Çewlîk, Mûş û Colemêrg beşên kurdî hatin vekirin, lê pratîkên astengkirinê berdewam kirin.

Zagon li pêş kurdî asteng in

Xala 42yan a Destûra Bingehîn diyar dike ku divê ti kes ji mafê perwerdehiyê bêpar nemîne û dibistana seretayî mecbûrî ye. Lê di heman bendê de tê gotin ku ji xeynî tirkî zimanên din di perwerdehiyê de nayên bikaranîn. Ev nakokî di nav destûrê de xwe nîşan dide.

Perwerdehiya gerdûnî mirovên gerdûnî pêş dixe

Dîrektorê Hewldana Reforma Perwerdehiyê (ERG) Prof. Dr. Ustun Erguder di lêkolîna xwe de dibêje ku perwerdehiya ku welatiyê azad, xweser û hurmetkarê mafan bi pêş dixe, bi mafê perwerdehiya gerdûnî pêkan e û divê pîvanên Belgeyên Gerdûnî yên Mafên Mirovan di perwerdehiyê de esas bên girtin.

Zimanê tirkî 34 zimanan asteng dike

Li Tirkiyeyê 35 ziman tên axaftin û tenê tirkî fermî ye. Li gorî daneyên UNESCOyê li cîhanê nêzî 6 hezar ziman hene û tenê 300 ziman fermî ne. Gelek ziman li hemberî wendabûnê ne. Li Tirkiyeyê jî 18 ziman bi rîska tunebûnê re rûbirû ne. Di salên dawî de hin zimanên herêmî wenda bûn an jî di nav zimanên talûke de cih girtin.

Li gorî lêkolîna Ethnologue ya 2022an, li Tirkiyeyê 85 milyon mirov dijîn û 23 ziman hene ku herî kêm 50 hezar mirov pê diaxivin. Piştî tirkî, zimanê ku herî zêde tê axaftin kurdî ye; nêzî 10,5 milyon mirov bi kurdî û 4,2 milyon mirov bi erebî diaxivin. Ethnologue balê dikişîne ser nakokiya xala 42yan a destûrê.

Wezareta Perwerdehiyê ya Mîllî (MEB) di 2014an de ji bo 40 hezar xwendekarên beşên zimanên herêmî tenê 18 mamoste tayîn kir, ku ev jî wekî nîşaneya kêmbûna destekê tê nirxandin.

Hewldanên kurdan û astengiyên dewletê

Di 2012an de bi pêşengiya KURDÎ-DERê li Rezan, Cizîr û Geverê dibistanên seretayî yên bi zimanê kurdî hatin vekirin, lê bi fermana walîtiyan deriyên wan hatin mohrkirin. Malbatên xwendekaran li pêşdibistanan nobet girtin û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Di 2002yan de bi hezaran xwendekarên zanîngehê ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî daxwazname dan. Gelek ji wan hatin binçavkirin, girtin an jî ji zanîngehê dûrxistin. Hin xwendekar ji bo demekê hatin dûrxistin û hin jî ji zanîngehê avêtin.

Di sibata 2011an de piştî kampanyayekê milyonek û 100 hezar îmze kom kirin û pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê kirin. Di 2013an de jî KURDÎ-DERê li gelek bajaran bi hezaran îmze kom kirin û daxwazên fermî pêşkêş kirin.

SAMER: Zarok êdî bi kurdî qise nakin

Navenda Lêkolînê ya Qada Sosyo-Polîtîk (SAMER) bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li 22 bajaran bi 1285 kesan re anket pêk anî. Li gorî encamê, di nav zarokên di bin 11 salî de, her ji 5 zarokan jî yek êdî bi kurdî pir naaxive. Rapor diyar dike ku her ku temen biçûk dibe, asta axaftina kurdî kêm dibe. Ji bo parastina zimanan divê tedbîrên zagonî, civakî û malbatî bêne wergirtin.

SAMERê her wiha di Tebaxa 2025an de li 23 bajaran anketa li ser zimanê dayikê kir. Li gorî encamê, ji sedî 97,9ê beşdaran dixwazin ku di hemû qedemeyên dibistanan de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Geşedanên ji bo ziman a sala borî

24ê gulanê: 22 saziyên sivîl û demokratîk, bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê.

1ê tebaxê:Bi fermana Wezareta Perwerdehiyê û Walîtiya Îzmîrê, polîsan bi ser Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê de girt û bi hinceta ku ruhsata komeleyê tune ye, gefa girtin û mohrkirinê li rêveberên komeleyê xwarin. Bi fermana walîtiyê 2 zabitayên Şaredariya Konakê çûn deriyê komeleyê mohr kirin. Ajansa Welat ev mijar anîbû rojevê. Piştî nûçeya Ajansa Welat (AW) Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vê nêzikatiya Şaredariya Konakê û Walîtiya Îzmîrê da.

8ê mijdarê: Li Agiriyê piştî 10 salan ji bo pêşxistina çand, huner û zimanê kurdî, Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zana Ararat hat vekirin.

18ê mijdarê: Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ji bo daxwazên gelê kurd ên derbarê zimanê kurdî de bi beşdarbûna 750 sazî û partiyan li Amedê deklerasyonek parve kir û got: “Divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna ziman li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”

30ê mijdarê: Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî (ZIMAN-KURD) a navçeya Sêwregê ya Rihayê di 30ê mijdarê de bi şahiyekê komeleya xwe vekir.

Bernameya 21ê sibatê hat aşkerekirin

Saziyên Zimanê Kurdî, Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Peyas, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameyek berfireh amade kirin û naverok û rojên bernameyê bi raya giştî re parve kirin. Di bernameyê de ji xebatên hişmendiyê bigire heta şanoyê, ji panel, semîner û forûmê bigire heta gotubêjan ji meş û daxuyaniyan bigire heta serdana dikandaran xebatên cur bi cur dê bên kirin.

Bernameya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wiha ye:

16ê sibatê roja duşemê

Şaredariya Peyasê dê serdana dikandaran bike Cih/Dem: Bazara li ber AVMya Ceylanlarê: Saet 11.00 Şanoya bi navê “Dek û Dolabên Scapen” Cih/Dem : Çand Amed / Saet :13.00 (Tenê jin beşdar dibin) Standa ji bo hişmendiyê Cih/Dem : Ceylan AVM / Saet :17.00 -19.00

17ê sibatê roja sêşemê

Şaredariya Rezanê dê serdana dikandaran bike Cih/Dem: Kolana Aram Tîgran û Bazara wê: Saet: 13.00

Standa ji bo hişmendiyê Cih/Dem : Herêma Saglik ocagi, navçeya Rezan / Saet :13.00 -15.00

Bi tevlibûna helbestvan Rênas Jiyan dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê gotubêjek bê kirin, helbest bên xwendin û pirtûk bên îmzekirin. Saet :15.30

18ê sibatê roja çarşemê

Şaredariya Yenişehirê dê serdana dikandaran bike Cih/Dem: Cadeyên Ekinciler û Gevranê.

19ê sibatê roja pêncşemê

Şaredariya Sûrê dê serdana dikandaran bike Cih/Dem: Cadeya Melîk Ahmedê

Standa ji bo hişmendiyê

Cih:Mizgefta Mezin /Sûr / Saet :12.00-15.00

Fîlm

Zimanê Dayikê- Serkew Mesgarî (Belgefîlm) Xewna Bêziman- Mazlûm Baran (Kurtefîlm) Cih: ÇandAmed, Saet :20:00

20ê sibatê roja înê

Ji UNESCO, Serokwezîr û Wezaretên Perwerdehiyê yên Navneteweyî re dê di pêşengtiya Meclisa Ziman a Zazakî re ji bo ku pêşî li wendabûna zimanê aazakî bê girtin name bên şandin.

Cih: Li Postaneya Sûrê ya Mezin Saet : 12.00-13.00

Şano: Hişê Min Tev Li Hev bû ( Ji bo zarokan)

Cih: ÇandAmed/ Saet : 11.00

Vekirina Parka Gulistana Zimanan Daxuyaniya ji bo 21ê Sibatê Cih/Dem: Parka Gulan Saet : 14:30 Stand up: Dawiya Dawî/Ozcan Ateş Cih: ÇandAmed: Saet : 20:00

21ê sibatê roja şemiyê

Meş û Daxuyanî

Cih: DBP, Oryil, Rezan / Saet : 12.00

Panela bi navê “Zimanê Dayikê û Perwerde”

Dr. Yasemin Oral Saribaş: Zimanê Dayikê Çi ye? Paşxaneya Dîrokî ya 21ê Sibatê û Îro

Prof. Dr Bulent Bilmez: Bi Rehendên Asoyî û Stûnî di ÇarçoveyaPirîneparêziya Zimanî de Zimanên Tirkiyeyê û Mafparêzî

Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salîm Orhan, Dr. Cuma Çîçek, Dr. Bahar Onguç Cih: ÇandAmed Saet :13:30-15:30

15.30-15.45 Navber (Coffee-Break)

Forûm: Zimanên di Bin Talûkeyê de

Dr. Ronayî Onen (Moderator: kurmancî), Denîz Gunduz (Kirmanckî), Firat Mercan (Ermenkî) Îrfan Çagatay (Lazî), Salîba Açîş (Suryankî) , Emel Ozdemîr (Çerkezî), Mahîr Ozkan (Hemşînî) Cih: Çand Amed, Saet : 15:45-17:15

Konsera Pirzimanî Mamoste û Şagirtên Konservatuwara Aram Tîgran Stranên bi kurmancî, kirmanckî, ermenkî û suryankî

Cih: Çand Amed: Saet: 20:00

22yê sibatê roja yekşemê

Şano: Hişê Min Tev Li Hev Bû (Ji bo Zarokan)

Cih: Çand Amed/ Saet :13:00

Semîner ji bo malbatan

Cih: Çand Amed / Saet : 13.00 Helbestên Jinên Berxwedêr (xweser) Cih/: Çand Amed / Saet :15.00

25ê Sibatê roja Çarşemê Belgedayîna Şagirtên MED-DERê Cih: Çand Amed / Saet : 17.30”