Li Wanê polîsan êrişî ciwan û rojnamegeran kir

Polîsan li Wanê piştî ku meş û daxuyaniya ji bo Rojava bi dawî bû êrişî ciwanan û rojnameger Kadîr Cesûr kir. Kadîr Cesûr ji ber guleya polîsan birîndar û ket erdê.

1 deqe xwendin
Li Wanê polîsan êrişî ciwan û rojnamegeran kir

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê de bi hezaran kes ji bo balê bikşîne ser êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin, ji ber Wan AVMê heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşiyan. Piştî ku çalakî qediya û gel belav bû, ciwanên Wanê bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Yek e yek e yek e gelê kurd yek e’ li kolanan belav bûn û meşiyan. Polîsan xwe li meş û dirûşmên ciwanan negirt û bi guleyên plastîk êrişî ciwanan kir.

Rojnamager Kadîr Cesûr ê ku çalakî dişopand jî bû hedefa polîsan. Polîsan guleya plastîk berda gewriya Kadîr Cesûr û ew ji ser hişê xwe çû û ket erdê. Piştî demek kurt Kadîr Cesûr bi ser xwe ve hat.