Mala Nêçirvan Barzanî bombe kirin
Mala Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêrçirvan Barzanî bombe kirin.

Mala Serokê Herêma Federe ya Kurdistana Nêrçirvan Barzanî ya li Duhokê bombe kirin. Îro di saetên piştî nîvro de bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê hat kirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî dan zanîn ku dronek li nêzî mala Nêçîrvan Barzanî ket, teqînek çêkir û pergala parastina asîmanî jî dronek din jî beriya ku bigihîne armanca xwe xistine.
Piştî êrişê, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Sûdanî, bi telefonê bi Barzanî re axivî û ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. Sûdanî biryar da ku tîmeke ewlehî û pîşeyî ya hevbeş ji hikumeta Bexdayê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo lêpirsîna bûyerê were avakirin, aliyên êriş pêk anîne werin diyarkirin û tedbîrên qanûnî li dijî wan werin girtin.


