Malbatên şehîdan ji bo parastinê tabûr ava kirin
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ji bo parastina bajêr tabûra xwe ava kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo parastin bajar û herêmê tabûnereke leşkerî ava kirine. Endama meclisê Hindiye Bekir li navenda meclisê daxuyanî da. Endamên tabûrê jî tev li meclisê bûn. Hindiye bekir di daxuyaniyê de wiha got: "Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û ragihandina seferberiya giştî, me, malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir."
Hindiye Bekir da zanîn ku ew dê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku bigihîjin armancên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kirine û got: “Em ê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ş Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bikin."


