Mazlum Ebdî : Ev peyman ji bo Efrîn û Serêkaniyê jî derbasdar e
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî beşdarî bernameyek Ronahî TV bû û der barê peymana ku di navbera HSDê û hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin axivî. Mazlum Ebdî xwest gel di aliyê ewlehiyê de rehet be û li pişt hêza xwe be û got: “Ji bo rê li pêşiya komkujiyên mezintir bên girtin ev peyman girîng bû. Peyman ji bo Serêkaniyê û Efrînê jî derbasdar e.”

Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, bi armanca agirbesteke berfireh û destpêkirina qonaxeke nû ya lihevkirinên siyasî û leşkerî peymanek hat îmzekirin. Ev peyman dê di 2ê Sibatê de têkeve meriyetê. Li gorî peymanê divê HTŞ dorpêça li ser Kobanê bi dawî bikin û hêzên xwe ji herêma kurdan vekişînin.
Mijara esasî agirbest e
Têkildarî peymanê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî beşdarî bernameyek taybet a Ronahî TV bû û nirxandinên girîng kir. Mazlum Ebdî anî ziman ku ev peyman pêvajoyek bû û wiha got: “Ev peyman di nava pêvajoyekê de pêk hat. Di 18ê çile de dest pê kir. Li ser şirove gelek çêbûn. Me li ser naverokê li hev kir. Mijara herî esasî agirbest e. Ji bo şer bê rawestandin gelek hewldanêm me çêbûn. Li dijî gelê me metirsiya komkujiyek mezin hebûn. Me dît ku helwesta hêzên navdewletî ne di wê astê debûn ku vê êrîşe rawestînin. Ji bo em rê li pêş komkujiyan bigirin me ev peyman îmze kir.”
Dê hêzên ewlehiya hundirîn bajarên xwe biparêzin
Mazlum Ebdî anî ziman nku dê artêşa Sûriyê nekeve herêma kurdan û wiha axivî: “Çi li Cizîrê çi li Kobanê dê artêş nekev van bajaran. Dê hêzên me yên ewlekariyê bajarên xwe biparêzin. Me li hev kir, wê hêzek diyar derbasî bajarên Hesekê bibe. Dê di çarçovey entegrasyonê de bên. Heta ku entegrasyon pêk bê. Dê ev hêz ji vê herêmê vekişin. Dê hêzên hikûmetê li herêmê bi cih nebin. Dê tenê karê îdarî bên çêkirin. Di aliyê ewlehiyê de tê cih negirin.”
Divê gelê me aram be
Mazlum Ebdî xwest gelê kurd di aliyê ewlekariyê de rehet û aram bin û wiha axivî: “Divê gelê me bi hêzên xwe entegre bibin. Piştgiriyê birdin saziyên me yên îdarî. Tiştê ku em bibêjin me hêvî dikir me bi dest xistiye ne rast e. Ji ber ku hedef û armanca me zêde û bilind bû. Lê ne di bin asta kêm û biçûk de ye jî. Beşek esasî ya vê tifaqê parastina herêmên kurdî ye. Di aliyê leşkerî û îdarî de. Heta rêjeyekê destkeftiyên me hatine parastin. Dê mijarên perwerde û çandê bên parastin. Ji bo perwerde bidome, dê girêdayî wezareta xweser bin. Di aliyê îdarî de, dê hemû herêmên kurdan, ji aliyê xelkê herêmê ve bên rêvebirin. Dîsa dê ewlekariya herêmê di destê hêzên me de bin. Di pêvajoya şoreşê de destkeftiyên ku gelê me bi dest xistine dê bêne parastin. Lê hedefên me yên herî mezin pêk nehatine. Gelek aliyên kêm mane. Ji bo wê dê têkoşîna me bidomin.”
Li gorî peymanê divê ambargo bi dawî bibe
Mazlum Ebdi li ser Sûriyeya Demokratîk û entegrasyonê jî rawestiya û wiha got: “Hêzên me yên HSDê dê li Hesekê û Kobanê xwe biparêzin û dê bibin beşek artêşa Sûrî û van herêman biparêzin. Tifaqa ku me îmze kir dê di 2e Sibatê de têkevin meriyetê. Li gorî vê peymanê dê hêzên artêşê ku ketin mintiqê xwe paşve bikişînin. Divê hêzên me jî ji bajaran derkevin. Li gorî peymanê divê ambargoya li ser Kobanê û herêmên din bi dawî bibe.”
Peyman ji bo Efrîn û Serêkaniyê jî derbasdar e
Mazlum Ebdî li ser rewşa Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jî rawestiya û got: “ Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn ne di kontrola me de ne. Lê divê rewşa wan bajaran jî bên rastkirin. Serêkaniyê û Efrîn bajarên Kurdan e. Ji sedî 90 kurd lê dijîn. Peymana ku me îmze kiriye ji bo bajarên kurdan hatiye îmzekirin. Ji bo van bajaran dem dixwaze. Ji bo demdirêj divê ji van bajaran jî vekîşîn pêk bên. Tifaqên ku niha ji bo bajarên ku HSD lê ne, ji bo Efrîn û Serêkaniyê jî derbasdar in. Ji ber ku ev jî bajarên Kurdan in.”
Mazlum Ebdî anî ziman ku ev îtifaq di pêvajoya şer de hat çêkirin û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoyê de her hêzên navneteweyî di nava tifaqê de bûn. Ji ber vê yekê berpirsiyraya wan a li ser vê tifaqê heye. Serokê Amerîkayê Trump û Serokê Fransayê bi xwe bi Serokê Hikumeta Demkî re axivin. Bi giştî xwedîderketinek li vê tifaqê heye.”
‘Li gori peymanê divê dîlên me berdin’
Li ser rewşa girtiyan jî Mazlum Ebdî wiha got: “Li ser vê mijaran em axivin. Piştî vê tifaqê dîlên me yên ketine destê wan dive bêne berdan. Di peymana li hevhatinê de berdana wan jî heye.”
‘Ezê di nava gel de bim’
Mazlum Ebdî ji bo xebatên xwe jî axivî û got: “Ezê di nava gel de bim. Ji bo yekîtiya gelê kurd em ê gavên pêşdatir bavêjin. Xebata me dê ji bo yekîtiya gelê kurd û hemû hêzên kurd bin. Ezê di nava gel bim û bi gelê xwe re bim. Yekîtiya gelê kurd û têkoşîna gelê kurd hêzek mezin da me. Hişt ku dewlet gavan bavêjin. Partiyên siyasî yên kurdî ji xebatek mezin kirin. Partiyên kurdan jî rolek mezin lîstin. Berxwedana dawî di nava gelê kurd û partiyên kurd de yekîtiyek xurt ava kir.”
Gel ked û bedelên mezin da
Mazlum Ebdî li ser têkoşîna gel jî rawestiya û wiha axivî: “Ji 2011an heta niha em û hemû gelên Rojava bi hevre ne. Gel di piştgiriya xwe de tu carî gav paşve neavêtin. Wan jî şehîd dan û bedel dan. Her tim li tenişta me bûn. Me demên pir zahmet bi hevre derbas kir. Di êrîşên DAIŞê û dewleta tirk de em tenê nehiştin. Niha jî emê bi hevre ji vê pêvajoyê derbikevin. Em dizanin ku ev tifaqa hatiye îmzekirin dem û têkoşînek jêre lazim e. Di van şertan de ji bo em van şertan rawestînin me bingehek avêt. Me hinek destkeft parast. Em dixwazin destkeftiyên.”
Mazlum Ebdî herî dawî xwest gelê ku ji cih û warên xwe koç bûne vegerin warên xwe û wiha bi dawî kir: “Em soz didin gelê xwe emê bi dil û can bi gel re bidomînin. Bila gelê me yên koç bûne vegerin cihê xwe. Bila gelê me yê Hesekê vegerin warên xwe. Em bi hevre têkoşîna xwe li Hesekê berdewam bikin. Divê dîsa em dest ji têkoşînê bernedin û em bi hevre axa xwe û kolanên xwe biparêzin. Me gelek şehîd dan. Gelek hevalên me birîndar bûn. Bi hezaran me şehîd dan. Gelê me û şervanên me şehîd bûn. Ev dê bibe ku em têkoşîna xwe bêtir berdewam bikin û mezin bikin. Gelê me kedek mezin da. Ji bo em li vê kedê xwedî derkevin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em soz didin ku em ê vê têkoşînê berdewam bikin û xurttir bikin.”


