MEBYA-DERa Wanê: Li aliyekî lehengî û li aliyê din komkujî
Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Komelê Yûsûf Dundar diyar kir ku di meha Adarê gelek leheng derketin û li aliyê din gelek komkujî pêk hatin.

Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bernameyek pêk anî. Di bernameyê de pankarta ku wêneyên pêşengên PKKê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egît) ku li ser “Em di hefteya lehengiyê de remzên rûmeta me ya neteweyî Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan û hemû şehidên xwe bi rêzdarî bibîr tînin” nivîsandibûn vekirin. Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û navçeyên navendî û endam û rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê bi dengekî bikind dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
‘Şehîdan ji bo azadiya kurdan canê xwe dan’
Hevserokê Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Yûsûf Dundar anî ziman ku di Adarê de Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de agirê Newrozê pêdixe û Newroz ji wê rojê ve heta niha jo bo gelê Kurd bûye roja berxwadanê û got: “Dîsa Mahsûm Korkmaz di vê mehê de şehîd dikeve. Van şehidên bi rûmet ji bo azadiya gelê Kurd kedeke bêhampa û canê xwe dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibejê; ‘ji bo ku mirov PKKê nas bike divê mirov Hevalê Egîd nas bike.’ Meha Adarê her çiqas meha lehengiyê be, mixabin di vê mehê de gelek komkujî jî li ser gelê kurd hatine kirin. Em ê her tim li dû xeyalên şehidên xwe bin û li ser rêça wan bin. Hemû destkeftiyên gelê Kurd bi saya van şehidên leheng in. Em ê ji bo ku layiqê van şehidên xwe bibin û ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin hata dawiyê em ê têbikoşin.”
Sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna pêşengên PKKê û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê Newroz û lehengiyê de vedibêje hat temeşekirin. Bi destpêkirina sînevîzyonê ve dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Bername bi temeşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.


