Mehmet Ocalan: Komploya 1999an û li Rojava yek in
Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya di sala 1999an de û ya ku îro li Rojava pêk tê weke hev in

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet jî êrişên li dijî Rojava weke komploya duyemîn a 15ê Sibatê ya navdewletî pênase kir.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan der barê mijarê de ji Ajansa Welat re axivî.
Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya di sala 1999an de û ya îro li Rojava pêk tê got: “Di sala 1999an vir ve vê komploya navdewletî berdewam dike. Niha jî ew komplo li ser tevahiya kurdan tê meşandin. Komploya di sala 1999an de û ya îro weke hev in. Li Rojava kurdan li dijî DAIŞê şer kir û pêşiya wan girt. Kurdan bi xwîna xwe pêşiya DAIŞê girt. Piştî 14 salan Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê li dijî kurdan komployeke nû kirin meriyetê û xwestin destkêtiyên kurdan ji holê rakin. Ew jî şerma dinyayê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê kurd rabûn ser pêyan. Divê niha şûn ve jî ev yekitî berdewam bike. Yên li ser medyaya sanal gotinên qirêj li dijî kesên li berxwe didin bikartînin jî bila ji odeyên xwe yên germ derkevin û têbikoşin û piştre bêjin.”
Mehmet Ocalan ê ku piştî tecrîdeke girankirî bi birayê xwe Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinan pêk anîbû wiha qala hevdîtinan kir: “Piştî tecrîdeke giran pêvajoyekê dest pê kir. Çend salan me tu agahî ji Serok negirtibû. 26 sal in jî ew tecrîd berdewam dike. Tecrîdê car caran nerm dikin û car caran jî hişk dikin. Mafên girtiyan yên di qanûnên xwe de jî binpê dikin. Em 2 caran çûn Girava Îmraliyê û me hevdîtin bi Serok re pêkanî. Ya dawiyê çend meh berê bû. nêzî 2 seat û nîvan em axivîn. Serok ji min pirsî got, ‘Tu pêvajoyê çawa dibînî?’ Min ji Serok re got, baweriya gel ji we heye lê ji dewletê qet tuneye. Serok jî got gel rast dibêje. Ji bo Rojava jî got, ‘Divê baldar bin. Divê amadekariyên xwe bikin. Dikarin bi hemû kesan re tîfaqê çêbikin lê bila rasterast çêbikin’. Serokatî di wê demê de rewşa îro dîtibû.”
Mehmet Ocalan di dawiya axaftina de bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Abdullah Ocalan bicih were û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd heke dixwazin çareser bikin û vê pêvajoyê bimeşînin divê di serî de Serok azad bibe. Jixwe di qanûnan de jî heye. Divê qanûnên xwe pêk bînin. Divê demildest mafê heviyê pêk bînin. Ne bi gotinan di pratîkê de pêk bînin. Heke Serok azad bibe ev pêvajo dê pêş ve biçe. Aktorê sereke yê vê pêvajoyê jî Serok e. Ji bo wê jî divê Serok azad be. Tenê li ser medyayê bi çend gotinan nabe, divê di pratîkê de vê pêk bînin. Heke mafê hêviyê pêk were hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelê tirk tiştên baş dê bibin.”


