Mexmûriyan Rojava silav kir

Mexmûriyan di nobetê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berxwedana Rojava silav kir.

1 deqe xwendin
Mexmûriyan Rojava silav kir

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi kom 181an, di roja 925’an de berdewam kir. Çalakgeran sekna gelê Kurd, dostên wê û berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê silav kir.

Çalakgeran li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, nobet dewir girtin. Di kesayeta Şehîd Ehmed Hêmîn ê ji Kerkûkê tevlî seferberiya giştî ya Rojava bû û li Hesekê şehîd bû bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir.  Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 180’an ve çalakvana bi navê Bêrîvan Îşlek daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: “Azadiya Rêber Apo ji bo tevahî gelan girîngiyek mezine. Em çalakiyên ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêber Apo silav dikin. Bi azadiya Rêber Apo re azadiya tevahî gelan mîsoger dibe. Divê em hemu ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin û çalakiyên heyî mezin bikin. Projeya Rêbertî ya Netewa Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê şîn bûye. Her wiha li tevahî cîhanê deng vedaye.

Em berxwedana Rojava jî silav dikin û piştgirî didin. Heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, wê li Rojhilata Navîn aramî çênebe.”

Herî dawî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Bexwedan Rojava’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

Çalakiya nobetê ya ji bo piştgiriya Rojava jî li heman cihê bi biryardariyek mezin û girseyekî zêde berdewam dike.