MSD: Divê dorpêç were rakirin
MSDê diyar kir ku dorpêçkirina Kobanê sûcekî mirovî ye û banga lezgîn a rakirina wê kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê dorpêçkirina bajarê Kobanê de daxuyaniyek weşand.
MSDê diyar kir ku dorpêç zêdetirî milyonek mirovên niştecihên resen ên Kobanê û koçberên ji Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa û gundewarên wan dike hedef.
MSDê da zanîn ku ji ber dorpêçê ceyran û av qut in, rê nayê dayîn pêdiviyên bijîşkî, xurek, sotemenî û pêdiviyên bingehîn derbasî Kobanê bibin û diyar kir: "Berdewama vê rewşa trajedî ye, jiyana sivîlan, bi taybet zarok, nexweş û kesên bitemen dixe xetereyê. Pêdiviyên bijîşkî û derman li navendên tenduristiyê diqedin. Piraniya dikanan vala bûne û hatin girtin. Jiyana rojane bûye şerê ji bo hebûnê.”
MSDê diyar kir ku dorpêçkirin sûcekî şer û cezayekî komî ye û wiha domand: "Kobanê ku bûbû semboleke cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, îro kirin kaxezeke siyasî ya zextê û tê cezakirin. Dorpêçkirin toleke xeternak li dijî îradeya gelê ku di refa yekemîn cîhan ji rêxitina DAIŞê de parast."
MSDê destnîşan kir ku dorpêçkirin sûcek li dij mirovahiyê ye û binpêkirina qanûnên mirovî ya navneteweyî. Herwiha diyar kir ku aliyên têkildar berpirsên qanûnî û exlaqî yên qurbaniyên dorpêçê ye û bang kir ku sivîl û debara wan wekî alaveke siyasî an leşkerî ya şantajkrinê neyên bikaranîn.
MSDê bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, tavilê rêyan veke, rê bide ku xurek, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin. Bang li hêzên nîştimanî û demokrat ên Sûriyeyê jî kir ku li hemberî van rûdanan bêdeng nemînin, helwesteke yekbûyî bide ku dorpêçê red bikin û rûmeta mirovan di ser hesabên teng de esas bigirin.
MSDê herwiha bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê bikeve nava tevgerê. Bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî jî kir ku komîteyên lêpirsînê bişînin herêmê, kerîdorên mirovî vekin û van rûdanan wekî sûcekî destnîşan bikin û hesab bixwazin.
MSDê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir: "MSD bang li wijdanê cîhanê dike; bajarê ku jiyan bi ser xist nabe ji mirina hêdî re were hiştin. Rûmeta gelê Kobanê ne mijara bazarê ye. Îradeya gelê wê dê bi dorpêç û birçîkirinê neşikê."


