Mûrat Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
Mûrat Karayilan, peyameke bidîmen şand ji 33yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya li bajarê Dortmund ê Almanyayê tê lidarxistin.

Mûrat Karayilan, peyameke bidîmen şand ji 33yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya li bajarê Dortmund ê Almanyayê tê lidarxistin. Karayilan di peyama xwe de têkildarî pêvajoyê de nirxandin kirin.
Peyama Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan bi vî rengî ye: "Gelê me yê hêja! Ez li ser navê Tevgera me û hemû hevalên me we silav dikim. Ji bo we serkeftinê dixwazim. Ez festîvala we ya çand û hunerê pîroz dikim. Di pêvajoya ku li dijî gelê me polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin de ev festîvala ku 33 sal in li bajarên Ewropayê tê lidarxistin, gelekî girîng e. Hûn her hebin!
Weke hûn jî dizanin, li gel banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27ê Sibatê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Li herêma Rojhilata Navîn şer heye, planên jinûvesazkirinê hene. Rêber Apo, ev pêvajo weke pêvajoyeke bi talûke dît û ji ber vê yekê bersiv da banga Devlet Bahçelî. Rêber Apo, di vê serdemê de biryarên gelekî girîng girtin. Me jî weke Tevger, li gel 12emîn Kongreya PKKê ev biryarêngirîng û stratejîk qebûl kirin û piştre jî yek bi yek bi cih anîn. Lê belê Dewleta Tirk, heta niha ji bilî hin hewlên ji rêzê bi tenê pêngavek jî neavêtiye.
Welatparêzên bi qîmet û hevalên hêja!
Di vê serdemê de Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşvebirina xwişk-biratiya gelan; kesên ku dixwazin weke Milazgira 1071an û salên 1920î di navbera gelên kurd û tirk de tifaq û xwişk-biratiyê pêş bixin, hene. Em ji vê yekê re amade ne. Lê belê pirsgirêka kurd, pirsgirêka sedsalan e. Beriya her tiştî jidiliyê hewce dike, baweriyê hewce dike û pêngavên mezin hewce dike. Lê belê Dewleta Tirk heta niha pratîk û hewleke bi vî rengî nîşan nedane. Em dişopînin. Gelo rayedarên Dewleta Tirk bi rastî jî dixwazin vê pirsgirêka mezin çareser bikin yan na?
Ji bo çareseriyê hewceyî bi du pêngavên sereke heye. Ya yekem, divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ya duyem jî, divê çand û zimanê kurdî azad bibin, wekheviya çandî pêk were.
Azadiya Rêber Apo, azadiya kesekî nîne; em wekehemû gel û heval, azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku ji bo me nasname ye û mîmarê vê pêvajoyê ye. Muxabatê sereke û yekem sermuzakerevan e. Em lê dinêrin ku komîsyonek hatiye avakirin. Baş e, komîsyon ji bo vê xebatê, ji bo vê pêvajoyê hatiye avakirin. Lê belê hewl didin ku kesê ku ev pêvajo pêş xistiye û mîmarê vê pêvajoyê ye dûrî pêvajoyê bigirin. Nîqaşên weke ku em hevdîtinê bikin yan nekin, dikin. Kesê ku ev pêvajo pêk aniye, ew e. Ger hûn jî komîsyoneke ku ji bo vê pêvajoyê hatibe avakirin bin, divê hûn bi mîmarê vê pêvajoyê re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtin li aliyekî, divê azad be. Ger Rêber Apo azad nebe, tu tişt pêk nayê. Divê hemû kes vê yekê bizanibe. Ger Rêber Apo azad nebe û zîndan tije bibin wê gerîla çawa çekan deynin? Wê xwişk-biratiya gelên kurd û tirk çawa pêk were? Wê aşitiya navxweyî ya em behsa wê dikin, çawa pêk were? Wê hem ev yek bibe û hem jî avakarê aşitiyê di zîndanê de be û aşitiya rastîn pêk were! Ev yek wê çawa pêk were! Aşkere ye ku bi


