Mûstafa Karasû: Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û polîtîkayên Dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê bersiv da pirsên Medya Haber TV.

1 deqe xwendin
Mûstafa Karasû: Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û polîtîkayên Dewleta tirk ên li ser Sûriyeyê bersiv da pirsên Medya Haber TV.

Piştî mehekê di 28ê tebaxê de Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Rêber Apo kir. Hûn lidarketina vê hevdîtinê piştî mehekê çawa dinirxînin?

Beriya ku derbasî vê mijarê bibim, hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf û Elî yên di sala 1982yan de di Rojiya Mirinê de şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hesreta wan wê teqez bi têkoşîna me pêk were. Şehadeta van hevalan hem nirxê dîrokî yê berxwedana zindanê ye, esasê pêkhatine berxwedana zindanê ye, esas û cewhera berxwedana zindanê ye, hem jî di dema ku tevgera me xwe vekişand de ji têkoşîna me re bû pireke girîng, di mijara jinûve kombûn û pêşketina têkoşîna me de roleke mezin lîst. Bi vî rengî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de wê timî bê bîranîn. Bêrîtan Amed a ku di vê mehê de şehîd ket, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi dehan salan di nava têkoşîna me debû, fermandarî kir, li ser xeta azadiyê ya jinê têkoşiya, hevrêyeke me ya gelekî hêja bû. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê me ew winda kir, şehîd bû. Ji malbata wê û tevahiya gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Yek ji pêşengên tevgera ciwanan Çiya Rizgar jî ji ber nexweşiyê şehîd bû. Di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî girîng bû. Bi coş û pêşengiya xwe tevkariyên girîng hem li tevgera ciwanan hem jî li têkoşîna me kir. Ez wî jî bi minet û hurmet bi bîr tînim.

Weke ku we jî got, hevdîtina ku di 28ê tebaxê de hate kirin hevdîtineke gelekî derengketî bû. Derengketina hevdîtinê di vê astê de bêguman nêzîkatiya desthilatdariya AKPê radixe pêş çavan. Di mijarên ewqasî girîng de; Rêbertî banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de gavên gelekî girîng avêt, gavên ku kes ne li bendê bû avêt û vê yekê li Tirkiyeyê ji demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka kurd hêviyek afirand. Di atmosfereke bi vî rengî de derengketina hevdîtinan di vê astê de bêguman rewşeke ku nayê qebûlkirin. Ji ber ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye, Rêberê gelê kurd e, muxatabê pirsgirêka kurd e, muxatabê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku demokratîknebûn ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lewma mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi muxatabiya Rêber Apo, bi têkoşîna wî, bi danûstandinên wî yên bi dewletê re dikare pêk were. Bêguman têkoşîna demokrasiyê bi dehan sal in tê meşandin, danheviyeke wê heye. Têkoşîna Azadiyê ya gelê kurd sed sal in tê meşandin, danheviya vê heye. Rêber Apo li ser bingeha van hemû danheviyan dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêka kurd çareser bike. Di mijareke ewçend girîng de, di mijara pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê de aktorekî sereke, muzakerevanekî sereke heye, rastiya Rêber Apo heye ku dikare bi roleke mezin rabe. Di rewşeke bi vî rengî de derengxistina hevdîtinê nîşaneyeke wê yekê ye ku nêzîkatiyeke cidî li pêvajoyê nabe. Em vê yekê bi vî rengî fêhm dikin. Halbûkî di çareseriya pirsgirêka kurd de helwesta Rêber Apo, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de helwesta Rêber Apo, di mijara pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê de helwesta Rêber Apo, gotinên wî pir pir girîng in. Lewma mehek, 15 roj li aliyekî divê Rêber Apo timî karibe bi derdorên cuda re hevdîtinê bike, hevdîtinê bi derdorên demokratîk re bike, bi rewşenbîr, rojnamevanan re karibe hevdîtinê bike, divê karibe bi siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Û bi rêya van hevdîtinan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê rêya herî rast, gavên divê bêne avêtin wê derkevin holê. Ji ber ku nîqaş, hevdîtin wê rê û rêbazên gavên ji bo serketinê diyar bikin. Ev yek jî wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve bibe. Eger bi rastî jî dewlet, desthilatdariya AKP-MHPê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bibe wê demê divê ev hevdîtin li demeke welê dirêj neyê belavkirin. Belavbûna li dema dirêj tê wateya nêzîkatiya ne cidî ya li pêvajoyê. Di rewşeke welê de ku ewqas pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ewqasî giran bûye, di demên bi vî rengî de tempo û rêbaz divê bilind be. Di dema xwe de divê gavên bi lez bêne avêtin. Eger bi vî rengî nayê kirin, wê demê diyar dibe ku pêvajo rast nayê fêhmkirin, nêzîkatiyeke rast lê nayê kirin. Yan jî hewl tê dayin ku mijûl bikin. Yanî li demê belav dibe. Eşkere ye ku her tişta li demê bê belavkirin wê bi rîsk be. Nediyar e bê dem wê çi bi xwe re bîne. Eger pirsgirêk di dema xwe de neyê çareserkirin, ew pirsgirêk dikare bixitime, birize, dikare derbasî qonaxên cuda bibe. Ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêkan di dema xwe de, ji bo vê jî bilezkirina hevdîtinan, bi taybetî rêdana li rola Rêber Ocalan pir pir girîng e. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya li Rêber Apo wê bibe pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê. Wê bi wê yekê ve girêdayî be, ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wê zêde bibin an na. Her wiha ya herî girîng jî ew e ku şert û mercên Rêber Apo yên karkirin bêne sererastkirin û ji bo azadiya wî gavên şênber bêne avêtin. Lewma em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin

Peyamên girîng ên Rêber Apo yên di vê hevdîtinê de anî ziman bi raya giştî re hatin parvekirin. Bi taybetî sê têgehên diyarker ên pêvajoye; civaka demokratîk, aştî û entegrasyon destnîşan kir. Ev nirxandina wî bal kişand. Ev tespîta Rêberê gelan divê çawa bê fêhmkirin.

Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat. Naveroka hevdîtinê ji hin aliyan ve hat eşkerekirin. Herwiha Pervîn Bûldan di televîzyonê de li ser hevdîtinê hin agahî da. Bi rastî jî di vê hevdîtinê de Rêber Apo nirxandinên gelekî girîng kiriye, helwest nîşan daye. Rêveçûna pêvajoyê çawa ye, rêveçûna pêvajoyê divê çawa be, di vê nirxandina xwe de diyar kir. Rêber Apo bi rengekî eşkere got, ev pêvajo divê bêyî mijûlkirinê bi rengekî cidî bê nirxandin. Em her tim destnîşan dikin, Rêber Apo jî rola xwe destnîşan kiriye. Destnîşan kir ku rola wî roleke ji rêzê nîne; belê rola wî rola muzakerevanê sereke ye, bi bidawîkirina şerê 50 salî de rolê dilîze, Rêberekî bi vî rengî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a 100 salî bi înîsiyatîf rabûye, Rêberekî bi vî rengî ye. Divê nêzîkatiya li hemberî wî jî li ser vê bingehê be. Mirovekî ji rêzê nîne. Rêber Apo aktorek e. Divê dewlet rast nêzî Rêber Apo bibe. Rayedar divê rast nêzîk bibin. Me berê jî gelek caran anîn ziman; Rêber Apo ne tê xapandin ne jî dixapîne. Nepêkan e ku Rêber Apo bê xapandin, Rêber Apo naxape. Lewma nêzîkatiya, bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, mijûl bike, bi demê re belav bike, li gorî xwe rojevekê diyar bikin, planekê çêbikin, li gorî pêvajoyê bimeşîne, ev nêzîkatî nêzîkatiya xapandina xwe bi xwe ye. Ev yek nêzîkatiya necidî ya li pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî daxuyanî da, got Bila were li Meclîsê rêxistinê betal bike û mafê hêviyê bi cih bê anîn. Ev got. Ev yek sozek bû, ev soza hikumetê bû. Ew ne tenê nêrîna Devlet Bahçelî bû. Devlet Bahçelî û Erdogan hevdîtin kirin û bi biryara hevpar ev gav hate avêtin. Wê demê divê Rêber Apo biçe meclîsê û biaxive. Herwiha got, bila bê siyasetê bike li nava refên DEM Partiyê. Got, bila mafê hêviyê bi cih bê anîn. Eger