MXDŞê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Xweseriya Demoakratîk a Şengalê 6emîn Kongreya xwe pêk anî. Weke kongreyek guherîn û veguherînê bi nav kirin. Di kongreyê de Azad Hisên û Xoxê Dexîl bûn Hevserokên Meclîsa MXDŞê.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi dirûşmeya ‘Yekîtî, Azadî û Çareserî’ 6emîn Kongreya xwe li dar xist. Piştî nîqaşên berfireh ên siyasî, civakî û rêxistinî bi nûkirina Hevpeymana Civakî, zelalkirina perspektîfa entegrasyona demokratîk û pêngava rêxistinkirina komînan, bi rojeva hilbijartinê bi encam bû. Kongrê plansaziya 2 salan a kar û xebatên Meclîsa Gel a Şengalê zelal kir. 6emîn Kongreya MXDŞ’ê, weke kongreyek guherîn û veguherînê bi awayeke serkeftî bi encam bû.
Di rojeva hilbijartinê de 250 delegeyên kongrê ji bo hevserokên Meclîsê û cîgirên wan dengên xwe bikaranîn. Di encama dengdanê de Xoxê Dexîl û Azad Hisên weke hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê hatin hilbijartin. JI bo cîgirên hevserokan jî Besê Xelef û Hisên Sedo hatin hilbijartin.
Dê ji bo tifaq û azadiya Êzidiyan têbikoşin
Hevserokê nû yê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên piştî hilbijartinê axivî û got: “Ez kongrê di şexsê Dijwar Feqîr de diyarî hemû şehîdan dikim. Ji roja ku Meclîsa Avaker a Şengalê di 2015an de ava bû heta îro, em ked û xwêdana herkesekî pîroz dikin ku em dikarin bi keda wan vê kongrê lidardixin. Me ji fermanê heya îro gelek bedel û şehîd dan. Em ê jî li ser vê rêbazê bimeşin heya tifaqê û azadiya civaka Êzidî. Em kongrê li şehîdan, li Serok Apo, li şervanan pîroz dikin.”
‘Emê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin’
Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Bedel jî anî ziman ku dê erka xwe pêk bînin û got: “Ez jî kongre li hemû şehîdan û Serok Apo pîroz dikin. Bi baweriya ku gelê me daye me, çi erk were pêşiya me emê bikin da ku em xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”
Piştî hilbijartinê rêveberiya nû li gel 51 endamên Meclîsa Gel a Şengalê bi hev re sond xwarin û kongre bi dawî bû.
Wê encamname û plansaziya kongreyê sibe were ragihandin.


