Nameya yekîtiyê ji Zelal û Ehmed re
Pêşengên me yên nemir; Rojava ku erdîngariya herî biçûk a Kurdistanê ye, ji gelê me re bûye quble û gel ji hemû aliyên din ên welat aniye gel hev. Li vê qubleyê dîroka berxwedanê lê tê nivîsandin û destanên qehremaniyê tên raberkirin.

Silav li giyanên we yên pak. Bi hestekî kûr, bi germahiya seferberiya giştî, bi rihê berxwedana neteweyî, bi arê tofana gelê Silêmaniyê, ji bêhna baranê û ji berfa ku koçên Kobanê bi rengê aştiyê xemilandiye ji we re dinivîsînim.
Şehîdên dozê; dixwazim bi vê helbesta Seyda Ehmedê Xanê dest pê bikim:
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat.
Ev helbest wekî wesiyet ji bo gelê kurd e ku tifaqa neteweyî ava bikin. Tifaqê jî hêz û hebûnê pênase dike.
Şehîdên giranbuha, wekî tê zanîn welatê me di encama lihevkirinên hêzên serdest de hatiye parçekirin. Em kurd li ser axa xwe ya xesbikirî di bin nîrê dagirker û nokeran de ji azadî û mafên xwe bêpar hatin hiştin. Di dîrokê de gelê me di qirkirinan re hat derbaskirin, gundên me hatin şewitandin û zarok di rehma diya xwe de hatin qetilkirin. Hinek ji me li ser axa xwe ma û hin din jî sirgûnî welatên din hatin kirin û der bi derb bû.
Her kes dizane ku kurd zerar li tu kesî nekirine û nakin jî, lê wekî ku em kafir û bê dîn in nêzî me dibin. Belkî ji ber dilê me yê bi rehm û pak ev bi serê me de hatiye. Belkî jî ber ku nebûna tifaqê di navbera de hêzên me de em gihaştine vê rewşê.
Lê ya girîng, dil, hest, mejî û rihê me her ji bo doza me lê dide. Ev yek di gelek bûyeran de derketiye holê.
Tê bîra we jî di sala 2014an de dema hoveberên DAIŞ’ê êrişên dagirkirinê û komkujî birin ser Mexmûr, Şengal û Kobanê, gerîla û şervan bi çekên xwe, gelê kurd ji çar aliyên Kurdistanê û seranserî cîhanê serî rakir. Bi yek dengî û yek helwestî gotin ‘Em yek in’ sînor derbas kirin û xwedî li gelê xwe derketin. Bi vî rihê hevgirtin û piştgiriyê planên dijminên mirovahiyê û hêzên tarî yên li ser gelê me têk çûn.
Dixwazim vê ji we re bêjim; îro li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke lehengî li dijî konsepta qirkirinê û hewldanên têkbirina statuya wê tê meşandin. Ev konsept ji aliyê komên hikumeta demkî yên ku destekê ji dewleta tirk dagirker digirin, dîsa komên navê eşîran li xwe dikin ve hatin birêvebirin. Lê li hemberî van êrişan li seranserî welat seferberiyeke giştî hatiye îlankirin. Bi vê re her kesî çek rakiriye, li tax, gund, bajar û kolanan şervanên xwe bi tenê nehiştine.
Rêzdarên qedirbilind; bila rihê we şad be, îro gotinên Ehmedê Xanê bûne rastiyek û xeyalên we yên tifaqa neteweyî jî bi cih hatine. Li seranserî Kurdistanê û cîhanê gelê kurd, bi hêzên xwe yên siyasî û civakî û hwd. bi heman helwestî li hemberî êrişên wehşî, Rojava bi tenê nehiştine. Bi sedan ciwanên Başûrê Kurdistanê ku dilê wan ji bo Rojava lê dida, bi germahiya berxwedana Kobanê ya 2014an derî derbas kirin û tevî seferberiyê bûn. Ciwanan gelê me yê aliyên din ên Kurdistanê ji hevalên xwe yên Rojava bûn palpişt. Bi yek dil û yek canî di çeperên berxwedana rûmetê û hebûnê dikin.
Ji bakur jî bi hezaran gelê me yê kurd tevî serma û barîna berfê li ser sînor û li qadan di nava çalakiyan de ne. Gelek ciwanan jî têlên ku dijmin danîne qetandin û derbasî seferberiya parastina Rojava bûn. Rihê berxwedana Kobanê ya sala 2014an li Rojava zindî dibe. Ev rih îsbat dike ku "Hevgirt û piştgirî ji hemû êrişan bihêztir e".
Li her deverê ji bo piştgiriyê kampanyayên alîkariyan ji bo Rojava ranewestiyan. Li bajarê Silêmaniyê jî ji bo silavkirina berxwedana Rojava tofana gel rabû ku dengvedaneke mezin çêkir. Bi deh hezaran gelê me yê Silêmaniyê ku daketin qadan, peyama ‘Rojava û Başûr yek e’ da. Li Avrupa û welatên din ên cîhanê jî bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan rojan ji bo rawestandina êrişan û xwedîderketina li Rojava di berxwedanê ne.
Pêşengên me yên nemir; Rojava ku erdîngariya herî biçûk a Kurdistanê ye, ji gelê me re bûye quble û gel ji hemû aliyên din ên welat aniye gel hev. Li vê qubleyê dîroka berxwedanê lê tê nivîsandin û destanên qehremaniyê tên raberkirin.
Xwişka hêja, çawa te di rêya azadiya gelê xwe û yekitiya neteweyî de 4 sînor derbas kirî û li Kerkûkê di êrişeke nemerdane de şehîd bû, îro jî ciwanek ji Kerkûkê bi Ehmed Omer jî li ser heman şopê, bi ruhê yekitiya neteweyî bê terdud tevli seferberiyê bû. Di rêya parastina gelê me yê Rojava de canê şêrîn feda kir. Bi şehadeta xwe bû sembola yekitiya neteweyî. Gelê Rojava ku Ehmed wekî yek ji kurên xwe dîtiye, bi merasîmek girseyî ya layîqî fedakariya wê, bi dirûşmên dilsoziya pê re xatir jê xwest. Di merasîma wî de peyama yekitiya gelê kurd da.
Şehîdên yekîtiya Kurdistanê; bila rihê we şad be. Gel bi we serbilind e. Li her deverê behsa qehremaniya we tê kirin. Hûn bûn xwedawendên piştgirî û hevgirtinê. We navên xwe bi xwînê di dîroka berxwedanê de neqişandin. We îsbat kiriye ku li hemberî êrişên qirkirinê, gelê Kurd çi hêz, çi partî û çi sazî dibe bila bibe, xwedî yek doz e, yek çarenûs, yek sirûd û yek dijmin e. We ji tevahiya cîhanê re îsbat kiriye ku rihê kurdewariyê sînoran nas nake û hevgirtin misogeriya serketinê ne.
Dixwazim vê mizgîniyê bidim we; xeyalên we êdî pêk tê. Keda we bi yekitiya neteweyî tacîdar dibe. Ehmed û Zelal çûn bi hezaran kes navên wan radikin û didin ser şopa we. Li her buhostek xaka Kurdistanê Ehmed û Zelal hene. Ber bi serkeftinê ve…


