Nasname û vîna xwedayî
Meha remezanê di çanda îslamê de wekî meheke pîroz tê pênasekirin. Bi wateyeke din meha xwe paqijkirina ji guneh û heramiyan e.

Meha remezanê di çanda îslamê de wekî meheke pîroz tê pênasekirin. Bi wateyeke din meha xwe paqijkirina ji guneh û heramiyan e. Ango bi wateya rast qonaxa empatiyê, hewla fêmkirina kesên beramber, li beramber afirînerê mezin û pîroz platformeke rexnedayînê ye ji bo hemû bawermendan.
Hemû rêûresmên wekî rojî, nimêj, fitir, zekat û hecê bi vê armancê tên kirin. Ango xeletî û nebesiyên xwe bi rêya başiyan xwestina lêborîn û xwe di warê manewî de pak û paqijkirin, armanca van rêûresman e. Li gorî baweriya ola îslamê, tu mirov ji ber nijad û neteweya xwe, reng û zayenda xwe, ziman û çanda xwe û cudahiya xwe ne tawanbar e û afirînerê hemû zindeweriyê xweda ye.
Bi zanîna van xalên jor, em dikarin hinekî li nasnameya xwe binêrin. Wekî zindî em xwedî nasnameyeke hevpar in; mirovbûn. Zayend, nijad, reng û çermê me rastiya me ya ku em hemû ji hiş û giyan pêk tên naguherîne. Di hemû mirovan de zagona pêkhatina hiş û giyan hema wekî hev dixebite û li gorî hemûbaweriyên olî ev berhema afirîneriya xwedayî ye.
Di roja me ya îroyîn de, yek ji xalên herî girîng û li ser tê sekinandin nasname ye. Ji ber li gorî pisporên mijarê, nasname taybetmendî û çawaniya kesî nîşan dide. Di heman demê de ferq û cudahiya kesî datîne holê. Bi wateya giştî hemû taybetmendiyên kesî di nav xwe de dihewîne. Bêguman, ev mijarek dorfireh e û dîsa li gorî kesên bi vê mijarê re eleqeder dibin, gelek nasnameyên mirovan hene. Mirov bi rêya nasnameyê bi civaka derdorê re têkiliyan saz dike û ahengekê pêk tîne.
Yek ji van nasnameyan nasnameya mirov a genetîk, nijadî ye. Ev bi serê xwe û li derveyî îradeya mirov pêk tê. Her wiha nasnameyeke mirov a çandî jî heye. Di nasnameya çandî de faktora herî girîng ol e. Ol ne tenê cîhana baweriya mirovan, bandor li jiyana civakî û çandî ya mirovan jî kiriye. Ji komika herî biçûk malbatê bigire heta hiqûq, siyaset û têgihiştina aboriyê jî bi awayekî berfireh bandor li wan kiriye û teşe daye wan.
Di ser van nasnameyan


