Newroza neteweyî
Ji bo netewebûna neteweyekê hinek xalên sereke hene ku divê civak li ser van xalan li hev bike. Li ser meselê hevparbûna dîn, dîrok, ziman û çandê ji bo netewebûna neteweyekê xalên sereke ne.

Ji bo netewebûna neteweyekê hinek xalên sereke hene ku divê civak li ser van xalan li hev bike. Li ser meselê hevparbûna dîn, dîrok, ziman û çandê ji bo netewebûna neteweyekê xalên sereke ne. Ji ber parçebûna welat, hiş û bîra kurdan, kurd di hêla netewebûnê de kêm mane. Bêguman bandora partiyan a li ser civakê jî dibe sedema berdewamiya vê parçebûnê. Ji ber ku partî û rêxistinên kurdan li gorî bîrdozî û berjewendiyên xwe tevdigerin, civak jî li gorî wan tevdigere. Pêşengiya vê parçebûnê jî hinek kesên şopdarên van partî û rêxistinan dikin. Herwiha di nav şopdarên partiyan de kesên “hunermend, nivîskar û rewşenbîr” jî hene û piranî jî ev kes agirê di nav kurdan de sor dikin. Ev yek herî zêde di qada medya dijital de derdikevin holê. Heke lêkolîneke zanistî li ser gotinên ne xweş û heqaretên medya dijital bê kirin, dibe ku kurd di rêza yekem de bin. Mixabin piranî jî kurd van heqaretan li dijî hev bi kar tînin. Li ser meselê hunermendek radibe di bin navê hunerê de heqaretan serokê partî û rêxistinan dike. Piştre kesên şopdarên rêxistin û partiya din dest bi gotinên ne xweş û heqaretê dikin. Bi vî awayî pirsgirêk her zindî tê hiştin. Lêbelê di van demên dawî de civaka kurd guh nade van kesan, di heman demê de kesên yekîtiyê dixwazin dengê xwe ji dengê van kesan zêdetir derdixin. Lewra bandora van kesên xêrnexwaz her çiqas li ser medya civakî hebe jî di nav civakê de kêm bûye. Delîla vê yekê jî qadên Newroza îsal e.
Bi parçebûna Kurdistanê bûye sedem ku hiş û bîra kurdan jî parçe bibe. Ji ber vê parçebûnê kurd di gelek mijaran de ji hev cuda difikirin û li hev nakin. Lewra heta roja îro behsa yekîtiyê tê kirin, lêbelê nikarin yekîtiyeka siyasî ava bikin. Di her parçeyê Kurdistanê de partiyên cuda û serokên cuda derdikevin pêş. Di vê çarçoveyê de jî gengeşî û pirsgirêkên nav kurdan gewre dibin û nayên çareserkirin. Lêbelê du mijar hene ku li tevahiya Kurdistanê esas tên girtin û hemû kurd li ser van her du esasan li hev dikin. Yek ji van marşa netewî “Ey Reqîp” e. Adin jî cejna berxwedanê Newroz e. Kurd li ser van her du xalan li hev dikin. Tevî ku kurd li ser van her du xalan li hev dikin jî Newroz bi awayekî cuda pîroz dikirin. Lê belê Newroza îsal ji Newrozên berê cudatir hat pîrozkirin. Di Newroza îsal de civakê partîbûn da aliyekî û bi ruhê neteweyî Newroz pîroz kir. Li ser meselê ez îsal tev li du Newrozan bûm ku her du Newroz jî di bajarên piçûk de pêk hatin, ji her çar aliyê Kurdistanê kurd bi sembol, cilûberg û rengên xwe tev li van her du Newrozan bûn. Bêguman tu pirsgirêk jî di nav civakê de derneket û li aliyekî hewramî govend hat gerandin li aliyê din jî bi şêxanî govend geş bû. Di qadên Newrozê de Ala Rengîn, al û sembolên rêxistin û partiyên cuda li kêlekên hev ber bi jor ve ba dibûn. Herwiha di Newroza îsal a Amedê de jî cara yekem peyamên ji başûrê Kurdistanê hatin bi dilgermî hatin xwendin û pêşwazîkirin. Lewra Newroza îsal xwedî ruhekî neteweyî û cuda bû. Bêguman her Newroz ji bo kurdan xwediyê taybetmendiyên cuda ye. Bi kurt


