Nivîsandina bi zimanekî din

Ji bo kurdan nivîsandina bi zimanekî din pirek bû ku gelê kurd bikaribe hawara xwe bigîhine cihekî, tunelek bû ku bikaribe ji wê derê daxwaz û peyama xwe bigihîne gelek cih û koman.

1 deqe xwendin
Nivîsandina bi zimanekî din

Nivîs an jî huner piranî bi daxwazeke şexsî, dînamîkên hundirîn, ji bo derbaskirina sînorekî û gavavêtinekê dest pê dike. Gelek caran ew çirûska hundirîn xwe bi xwe geş dike û di ruhê xwe de dike agirek; çi ji bo şewitandina tiştekî çi jî ji bo ronîavêtina ser tiştekî. Ev daxwaza ku bi şexsî dest pê dike di rêwîtiyê de diguhere, vediguhere, ji xwe re qaliban çêdike, wan qaliban dişikîne û ji xwe re dike alav û arguman.

Bêguman nivîs her dem ne bi tenê bi daxwazeke şexsî-şexsîbûn jî parçeyekî civakîbûnê ye, civakeke bipergal jî parçeyekî şexsîbûnê ye-dest pê dike, gelek caran bi armanc û hedefeke şoreşgerî, polîtîk, hişyarkirin, balkişandin an jî ji bo belavkirina fikrekê jî hatiye destpêkirin. Oldar, siyasetmedar, bazirgan, şoreşger an jî mîsyoneran jî ji bo berjewendiyên olî, siyasî, bazirganî, neteweyî yan jî polîtîk qada nivîsê ji xwe re kirine kozikek.

Gelek caran şoreşger an jî fermandaran jî nivîsandina şer û berxwedanê wekî berpirsyariyeke îdeolojîk û polîtîk dane ber xwe. Ew tişta ku jiyane kirine roman û bûye ku ew bîranîna şer ji romanekê zêdetir balê bikişîne. Di vir de mebest ev e ku berxwedana xwe ragihîne, di dîrokê de qeyd bike, têkoşîna xwe geştir bike. Dema ku erk û berpirsyarî propaganda û ragihandina berxwedan, têkoşîn û îdeolojiyekê be, li gorî şert û mercan, ziman dibe tercîha duyemîn û ligel rewş û dînamîkên xwe yên taybet, di rewşên wisa de dikare normal jî were dîtin û gelek caran normal e jî. Divê em ji bîr nekin ku fikrek, têkoşînek an jî îdeolojiyek dikare zimanekî û welatekî rizgar bike lê zimanek bi tena serê xwe nikare welatekî rizgar bike. 

Li ser meselê, heke li ser berxwedana Kobanê bi îngilîzî romanek bihata nivîsandin, wê 1,5 milyar kesan karibûya ew bixwenda û hay ji wê berxwedanê hebûya û bandora wê romanê wê bi qasî erdhejekê bûya. Bêguman ew roman divê û dikare bi kurdî jî were nivîsandin û ew ê di dîroka kurdî de jî bibûya berhemeke sereke. Di hinek rewşên wisa de zimanê ku berhem pê hatiye nivîsandin dibe ku carinan peyama berhemê bigihîne her derê yan jî dikare bi tenê di nav sînorê wî zimanî de bihêle. Ziman carinan parêzvan e, carinan jî sînor e. Heke romaneke wisa bi kurdî bihata nivîsandin û piştre li îngilîzî bihata wergerandin dibe ku wergera wê, ji zimanê wê yê pê hatiye nivîsandin bêhtir jî bihata xwendin. 

Afrîka bi sedan salan di bin dagirkerî û mêtingeriya dewletên din de ma. Vî tiştî kir ku zimanên Afrîkayê wenda bibin, qels bibin û zimanê mêtingeran bêhtir were bikaranîn. Nivîskarê ji Nîjeryayê Chînûa Achebe ligel ku bi zimanekî herêmî yê Nîjeryayê mezin bûbû, ji bo ku îspat bike gelên Afrîkayê ne ‘hov’ û ‘paşvemayî ne’ û ji bo diyarkirina pêvajoyên ku Afrîka çawa bû mêtingeh, mêtingeran çawa çandên herêmî hilweşandine; wî berhemên xwe bi nêrîneke antîkolonyalîst û lê zimanê îngilîzî ango bi zimanê kolonyalistan nivîsî. Ji bo ku ew gotina xwe bibêje, xwe di nav sînorên zimanê xwe yê herêmî de nehişt û bi rêya zimanekî berbelavtir xwest gotina xwe bibêje. Dîsa nivîskar Ngũgĩ wa Thiong'o ê ji Kenyayê destpêkê bi îngilîzî ango bi zimanê kolonyalistan dinivîse lê piştre nivîsandina bi zimanê kolonyalistan red dike û vedigere ser zimanê xwe yê dayikê gĩkũyũ û êdî bi vî zimanî dinivîse. Du nivîskarên di bin kolonyalîzmê de yek dibêje “Bi bikaranîna zimanê serdest ez ê dengê gelê xwe bigihînim her derê” yê din jî dibêje “Ma gelo ez mecbûr im ku bi zimanê serdest qala gelê xwe bikim?” Di nav rewşên wisa de ku kolonyalîzm her der dagir kiriye, her du hewldan jî li gorî şertên xwe hewce ne, her du hewldan jî kozikek in û qadeke berxwedanê ne, dema ku mesele rizgariya welat, gel, netewe yan jî baweriyekê be, mirov nikare bibêje yek teqez rast e ya din jî teqez şaş e. Li welatekî xeyalî bifikirin ji sedî 98ê wê kor in. Li vî welatî gelo beriya her tiştî divê ji bo mirov bibînin gav werin avêtin an jî ji bo mirovên ku dibînin xebatên wênesaziyê werin lidarxistin? 

Di meseleya ku kesek ne bi zimanê xwe yê dayikê lê bi zimanekî din dinivîse, her tişta ku bi zimanekî din hatiye nivîsandin xwediyê şert, merc, rol, mîsyon, dînamîk, erk, etîk û estetîka xwe ye. Nabe ku mirov wekî dasê gişa bide ber xwe. Li girtîgehekê heke destûr neyê dayîn ku nivîs, name û defterên bi zimanekî din ji derve re werin şandin wê nivîskar bi kîjan zimanî binivîse? Ahmet Arîf nivîskarekî kurd e lê bi tirkî helbesta “33 Gule” nivîsiye. Di wan salan de ku dihate gotin kurd tune ne, wî bi tirkî qala komkujiyeke li ser kurdan kir û êdî herkes ji wê komkujiyê haydar bû. Di rewşeke wisa de nabe ku mirov bi nêrîneke teng li zimanê helbest pê hatiye nivîsandin binihêre. Di rewşên wisa spesîfîk de helwest ji helbestê, berpirsyariya li hemberî zeman ji ya ziman girîngtir dibe. 

Ji bo gel û neteweyên ku ne di bin dagirkerî û mêtingeriyê de ne, rewşên ji ber tercîhên çandî, koçberî, sirgûnî û daxwaza ku xwe zûtir û bêhtir bide fêmkirin heye. Vladimir Nabokov rûs bû, berhemên xwe pêşîn bi rûsî nivîsand piştî ku koçber bû, tercîh kir ku êdî bi îngilîzî binivîse. Samûel Beckett jî berhemên xwe pêşîn bi îngilîzî nivîsand piştre dest pê kir ku bi fransî binivîse û ji bo guherandina zimanê xwe yê nivîsê jî gotibû “Ez bi zimanê xwe dikarim zêdetir binivîsim, fransî wê dora min teng bike” û vê dortengkirinê kir ku ew nivîsê kurt û sade bike, wateyê di nav hev de bi cih bike. Joseph Conrad û Mîlan Kûndera jî piştre dest pê kirine bi zimanekî din nivîsandine. Ya van kesan ji ber tercîhên şexsî, fikrî, koçberî û xwedanfêmkirinê bû. Lê tişta ku em balê dibin ser ev e ku di nav gelên bindest de; divê mirov karibe çawa li meseleyê binihêre?

Ji bo gelê kurd ê ku ziman, man û nemana wî di nav mengeneyê de dihate şidandin, ji ber şert û merc û konjokturên taybet heta dereceyekê dihat fêmkirin ku bi zimanekî din were nivîsandin. Nivîsandina bi zimanekî din pirek bû ku gelê kurd bikaribe hawara xwe bigîhine cihekî, tunelek bû ku bikaribe ji wê derê daxwaz û peyama xwe bigihîne gelek cih û koman. Ne ku pesnê nivîsandina zimanekî din were dayîn lê dema mebest şerê man û nemanê yê gelekî be; divê mirov bi nêrîneke teng, homojen, sterîl, muhafazakar li demên borî nenihêre, bi nêrîna îro wan serdeman nedarizîne. 

Ligel van tiştan ji bo nivîsandina bi kurdî; dewlemendtir û zexmkirina bîr, hiş û pirtûkxaneya kurdî û berfirehtirkirina asoya kurdî êdî rewş zelaltir dibe. Li hemberî desthilatdariyan destkeftiyên gelê kurd hene, li hemberî îmhayê derfeta înşayê heye, li hemberî parçebûnê pirçandî û li hemberî ‘jihevketinê’ êdî yekîtiya gelê kurd pêkan e û ev yekîtî jî wê bi nivîsandin û xwendina bi kurdî pêk were.