OHDa Êlihê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Şaxa OHDê ya Êlihê bi şîara “Parastina Rojava parastina mafê hiqûqa Aştî û Civaka Demokratîk e” Kongreya xwe ya Asayî ya 2yemîn li dar xist. Di axaftinan de li ser rola OHDê hat sekinandin û behsa girîngiya wê ji bo têkoşîna di çarçoveya hiqûqê de hat kirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê bi şîara “Parastina Rojava parastina mafê hiqûqa Aştî û Civaka Demokratîk e” Kongreya xwe ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê li dar xist. Hevserokên DEM Partiya Êlihê, rêveberên DBPê yên Êlihê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên TJAyê, nûnerên sazî û dezgehên sivîl yên bajêr tev li kongreyê bûn. Li ser dîwarên eywanê pankartên weke “Divê Mafê Hêviyê bi lez bi cih bê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Parastin dê serî netewîne”, “Bila êriş rawestin, Rojava hêvî ye, Berxwedan e, Azadî ye” hatin daliqandin.
‘16 sal in em hene lê mîrasa 100 salî ye’
Di kongreyê de destpêkê parêzer û hevserokê şaxa OHDê yê vê serdema bihûrî Şîrin Şen axaftinek kir û got: “Ne 15 sal û ne 20 sal in 100 sal in hiqûqnasên Kurd têkoşîna xwe dikin. Wekî ku 9 sal berê jî me dît Tahîr Elçî li pêş çavên herkesi hate qetilkirin. Saziya me li Êlihê 16 sal in hatiye avakirin, lê mirasa wê 100 sal in. Em bejna xwe li ber şehîdên hiqûqê ditewînin.”
Mizgîn Argiş a ku bû hevseroka serdema nû ya şaxa OHDê jî diyar kir ku ew ne tenê kongreyekî asayî li dar dixin û wiha axivî: “Li vir em diyar dikin ku hiqûq di vê demê de çawa tê bêbandor kirin. Her wiha li dijî vê tabloyê OHD li ku disekine em wê diyar dikin. OHD li dijî vê rejîma bê hiqûqî bê navber dixebite. Ji bo ku hiqûqê ji bin zordariya desthilatê derxe dixebite.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku di şûna wê de qeyûm hatiye tayînkirin jî axaftinekî kir û wiha got: “Di pêvajoyeke ku hamû mafên gelê Kurd di çarçoveya komploya navdewletî di bin êrişekê de ye ev kongre pêk tê. Divê em zanibin saziya OHD û kongreya wê ji bo me û ji bo gelê Kurd xwedî cihekî girîng e.”
Piştî axaftinan hilbijartina rêveberiya komeleyê pêk hat. Di encama hilbijartinê de Mizgîn Argiş û Sefa Sormaz weke hevserokên OHD ya Êlihê hatin hilbijartin. Lîsteya rêveberiyê jî wiha ye: Hazal Aydin, Sabîh Ozer, Îlyas Tûran, Kenan Bîlen, Eyup Dalak, Şîrîn Aslan, Şeyma Demîrhan, Berfîn Akinci.


