OHDê kongreya xwe diyariyê Rojava kir
Şaxa OHDê ya Stenbolê Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li dar xist û rêveberiya nû hate bijartin. Şaxa OHDê kongreya xwe diyarî berxwedana rojavayê Kurdistanê kir.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê bi dirûşma “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoyê li dar xist. Parlamantera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîcek Otlu, hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê, hevserokê Giştî ya OHDê Serhat Çakmak, saziyên hiqûqê, nûnerên saziyên civakî û gelek parêzer tev li kongreyê bûn. Di eywana kongreyê de pankartên “Jin Jiyan Azadî”, “Bi hiqûqa demokratîk ber bi civaka azad ve” û wêneyên Tahîr Elçî hat daliqandin.
‘Bi banga birêz Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava sekinîn’
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê dîwan hat hilbijartin. Esra Bîlen, Îbrahîm Bîlmez û Gazel Kulug ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Îbrahîm Bîlmez axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ew di rojên dîrokî de derbas dibin û got: “Li Rojava êriş heye. Kobanê dê bibûya Xezaya duyemîn lê bi banga birêz Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava sekinî. Gelê kurd li her derî dê mafên xwe biparêze.”
Paşê Hevseroka OHDa Stenbolê Eda Onal axivî û got: “Ez di serî de berxwedana Rojava silav dikim. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin, lê em li vir bang dikin ku tu êriş nikarin me rawestînin. Parastin nayê bêdengkirin.”
‘Divê em bibin yek û li dijî êrişan bisekinin’
Hevserokê Giştî ya OHDê Serhat Çakmak jî axivî. Serhat Çakmak anî ziman ku divê gelê kurd û dostên gelê kurd li dijî êrişan bibin yek û wiha got: “Îro pêwîstî bi yekîtiyê heye. Rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û saziyên civakî divê em bibin yek û li dijî êrişan bisekinin. Beriya salekî êrişekê dijwar li ser tevahî civakê hebû. Lê ev salekiyê êriş ne wekî berê ye. Lê divê em baldar bin her dem. Pêvajoya aştiyê hatiye astekî lê heta ku dawiyê em nebînin divê em di nava têkoşînê de bin. Me dixwest li vir li ser hiqûqê biaxivin. Lê pêvajoyekî girîng heye. Êriş li ser Rojava hene. Divê em êrişên li ser Rojava, ESP, parêzeran û li ser gelê kurd ji bîr nekin û qebûl nekin.”
Kongre bi temaşekirina sînevîzyonê ya xebatên OHDê berdewam kir.
‘Îro yekitiya gelê kurd hatiye avakirin’
Paşê jî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî. Sultan Bozkurt anî ziman ku pêvajoyekê heye lê êrişên li dijî gelê kurd berdewam dikin û wiha got: “Destê xwe yên qirêj ji ser gelê kurd rakin. Îro yekîtiya gelê kurd hatiye avakirin. Em ê serbikevin, bijî Berxwedana Rojava. Jinen ku li Rojava li ber xwe didin silav dikim.”
Hevberdevkê HDK Alî Kenanoglu jî berxwedan Rojava silav kir û ev tişt anî ziman: “Rojava îro navê modelekî ye. Ji bona wê hêzên hegamon êrişî Rojava dikin.”
Peyama hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya ku bi salane girtî ye hatibû şandin, hat xwendin.
Rêvebera Navenda ÎHDê Eren Keskîn jî parêzerên ku hatine kuştin bi bîr anî û got: “Rêxistina ku li Rojava derketiye holê îro peyam dide tevahî dewletan. Îro bi saya berxwedana Rojava yekitiya gelê kurd hatiye avakirin. Îro em behsa mafê hêviyê dikin ev bi saya têkoşîna gelê kurd di rojevê de ye. Divê gelek qanûn bên guherandin.”
‘Divê em xwe amade bikin’
Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan jî anî ziman ku êrişên li ser Rojava diyar dike ku li cîhanê guherandinekê mezin heye û wiha axivî: “Di guherandina cîhanê de li dijî me jî dorpeçekê mezin dê çêbibe. Ji bo em serbikevin divê em xwe amade bikin.”
Piştî axaftinan Desteya Rêveberiya OHDa Stenbolê hat hilbijartin.
Navên parêzerên ji bo rêveberiyê hatine bijartin, ev in: Ayşe Ozdemîr, Îshak Demîrel, Rezzan Gezer, Bedîrhan Sarsilmaz, Veysel Demîrkaya, Berîvan Barîn, Îhsan Artuç, Hêlîn Selçuk, Mehmet Şîrîn Şahîn, Zîlan Aydin, Nîmet Acar, Vedat Ece, Dîlşah Taş, Hanne Bayturk, Mehmet Demîr û Melek Ramazanoglu.
Hat zanîn ku di rojên pêş de dê hevserokên şaxê bên bijartin.


