Pêşnûmaya Rojava di Parlementya Avrupayê de hate qebûlkirin
Pêşnûmaya ji bo parastina kurdan û kêmarên Sûriyeyê li Parlementoya Avrupayê (PE) kete dengdanê hate qebûl kirin. Biryara bi dengê 363 parlementeran hate qebûl kirin de hemû alîkarî û têkiliyên Yekîtiya Avrupayê û Parlementoya Avrupayê dê li ser esasê naskirina mafên mirovan, mafên kêmaran û rêzgirtina agirbestê pêk bê. Di biryarê de tevlêbûna gelê kurd û nasîna mafên civakî û perwerdehiyê bi taybetî hatin destnîşankirin.

Li Parlementoya Avrupayê (PE) pêşnûmaya derbarê bûyerên li Sûriyê û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hate dengandin. Di encama dengdana 71 parlementeran dengê neyînî dan û 81 jî bêalî man. Her wiha 363 parlementeran jî dengê erênî dan û pêşnûmaya wekî biryarê derbas bû. Ofîsa Çapemeniyê ya YEyê biryar bi daxuyaniyek nivîskî ragihand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Bûyerên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên îhtîmala vegerîna şer dihewînin. Îstîkrara li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bo siyasetek adîlane û dorhêlî ku herkesê digire nav xwe gelek girîng e. Divê Parlementoya Avrupayê hewildanên xwe yên pir rengiya etnîkî û olî ku kurdî di serî de biparêze û hewildanên vejîna DAIŞê asteng bike.”
‘Sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PEyê hemû êrişên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirine û banga pêkanîna pêwistiyên agirbestê li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Êrişên li dijî nûnerên gel, înfazkirinên bêdaraz, windakirin, binçavkirinên keyfî, koçberiya bi darê zorê û êrişên li dijî binesaziya sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa gerdûnî û navneteweyî.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Parlementoyê îşaret pê kiriye ku hin ji van sûcan dibe vegerin pêvajoya darizadinê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku parlementeran bal kişandine ser raporên Neteweyên Yekbûyî û saziyên sivîl ên pêbawer, bi taybetî êrişên li dijî gelê Kurd destnîşan kirine. Di daxuyaniyê de ev êriş wiha hatine rêzkirin: “Ev êriş ne tene li dijî cenazeyan û goristanan hatine kirin. Bikaranîna teqemenî û mihimata di asta jor de pê germkêş hatine bikaranîn. Parlementeran fikarên xwe yên derbarê rewşa mirovîn a ji ber dorpêç û ambargoyan jî aniye ziman û bang li Yekîtiya Ewropayê kirine ku alîkariyan zêde bikin.”
‘Mafên kurdan ên civakî û perwerdehiyê nas bikin’
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî de ji hêla parlementeran ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û ev agahî hatin dayîn: “Parlementeran cardin piştgiriya xwe ji bo agirbestê anîn ziman. Ji bo nasîna mafên civakî û perwerdehiyê yên kurdan bang kirin. Cardin Tirkiye jî di nav de bang li hemû aliyan hate kirin ku agirbestê biparêzin.”
‘Nasîna gelê kurd şertek jênager e’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îstîkrara li Bakur Rojhilatê Sûriyê ne tenê ji bo pêvajoya derbasbûnê di heman demê de ji bo civakek bi îstîkrar û her kesê dihewîne jî pir girîng e. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Parlementeran bang li meqamên Sûriyeyê kir ku ereb, kurd, sunî, şîa, elewî, mesîhî, durzî û êzidî jî di nav de mafên hemû civakan ên bingehîn biparêze.” Li gorî daxuyaniyê biryar beşdarbûna siyasî ya gelê kurd û di astek wekhev de nasîna mafên gelê kurd wekî şertek jênager ê îstîkrar û pêvajoya herkesî digire hundirê xwe dibîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate derbirîn ku parlementeran balkişandina ser talûkeya DAIŞê û ji bo veşîna wê bê asteng kirin xebat û têkoşîna hevpar a hemû aliyan girîng dibîne. Parlementeran xwest ku Yekîtiya Ewropayê hewildanên xwe yên li dijî DAIŞê zêde bike û jin jî di nav de rola ksurdan a diyarker a li dijî DAIŞê bi rûmet bi bîr bîne.
Ji bo pêşketinê avêtina gavan şert e
Di daxuaniyê de derbarê dengdanê de jî agahî hatin dawîn û wiha hate gotin: “Parlemento ji bo angajman û piştgiriya bi Sûriyê re pêşketinên berbiçav û bên dîtin, parastina sivîlan, rêzgirtina agirbestê, parastina mafê mirovan û mafên kêmaran wekî şertekê datîne.” Di encama dengdanê de 71 parlementeran dengê neyînî, 81 parlementer bêalî man û pêşnûma bi dengê erê yê 363 parlementeran bû biryar û derbas bû. Polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dê li gorî vê biryarê bê meşandin.


