Pêwîstiya sala nû bi lêborînê heye
Kurd di her sala nû de hêviyên xwe diparêzin, ne salek, ne du sal, ne deh sal, ev sed sal in, diparêzin. Hêviya kurdan jiyaneke wek her miletî ye: li ser axa xwe, azad, wekhev û bê tirs bijîn.
Kurd di her sala nû de hêviyên xwe diparêzin, ne salek, ne du sal, ne deh sal, ev sed sal in, diparêzin. Hêviya kurdan jiyaneke wek her miletî ye: li ser axa xwe, azad, wekhev û bê tirs bijîn. Li ser serê wan ne desthilat, ne dagirker, ne dijmin, ne jî bandor hebe. Tirsa îro û sibe nejîn; wê kî were, kî bi ser me de bigire, kî terş û talanê me rake, kî berê me bide zindanan. Kî me ji cî û warê bav û kalan koçber bike, kî qira me bîne? Kurd bi xeyala bidawîbûna van tirsên xwe dijîn û li ber xwe didin, ev sed sal in… ji qasî bêmafî li ser kurdan hat kirin.
Li cîhanê du şerên parvekirinê çêbûn; dewletên ewropî yên serdest bi hev ketin û cîhan li hev par vekirin, ne carekê, du caran. Di encamê de kurd di nav lingan de çûn; carekê diyarî tirkan, cara duyan diyarî ereban hatin kirin. Di van sed salan de, em her roj ji dewletên ewropî dipirsin: Sedem çi bû? We çima axa me tevî hebûna me diyarî da tirk û ereban? Çi xisara me gihiştibû we? Çima we em kirin bindestê van hirç û hovan? Bi rastîem mereqdar in: Di şerê parvekirina cîhanê yê yekem de Ingilîstan, Fransa, Sirbistan û Rûsya hevalbendiyek danîn û pişt re bi tevlêbûna Îtalya, Yewnan, Portekîz, Romanya û DYE ev hevalbendî hat geşkirin. Li hember vê dewletên Almanya, Avusturya û Macaristan jî tifaq danîn û dest bi şer kirin, lê dewleta Osmanî û Bulgaristan jî bi tilama ji vê parvekirinê sûd bigrin piştgiriya tifaqa Almanya, Avusturya û Macaristanê danîne kirin. Lê di dawiyê de vê tifaqê şer winda kir û dewleta Osmanî hilweşiya. Ji nav xirbeyên dewleta Osmanî destpêkê bi peymana Sewrê parvekirina erdên ji ber dewleta Osmanî mane, hat çêkirin û ev yek pir dadwer bû. Hemû gelên li ser vê axê bindest bûn, kêm zêde digihiştin mafên xwe yên serweriyê. Lê piştre komek kesên wek tirkên nû nav li xwe kirin, derketin pêş û di bin pêşengtiya Misto de bi ewropiyan re li ser maseyê rûniştin. Dewletên ewropî yên ji parvekirin û birêvebirina erdnîgariyeke berfireh a ji ber dewleta osmanî maye ne bawer bûn, îhaleya vê axê – ku ji Ku


