Pîl

dilê te jî bi pîlan dişixule

1 deqe xwendin
Pîl

Te digot qey

dilê te jî bi pîlan dişixule

dikana pîlan bû armanca riya te

her kes diçû

Dil dadigirt

bi pîlan dibû pizot

lê dilê te bi baranê dişixule

dilop li ku ne

ewran li ku hêlîn çêkiriye

Digotin dil pîl e

bi pîlan dişuxule

ji bazaran hez dike

kengê bixwazî dişuxule

riste bi teyran re çûn

dil sekinî

dilê te ne wek ê xelkê ye

ku baran bar dike

disekine û nema lê dixe

niha bi vî dilê sekini

li pîlên xelkê dimêzînî

li pey baran û risteyan dilorînî...

Her helbest tîrêjek e ne? Ev helbest jî heyvek berê gihîşt dilê min û pê hesiyam ku dil ne ‘pîl’ e ne jî ‘bi pîlan dişuxule!’ Lê ji zordestan re dilê me wekî ‘tiştek ku tim dikare were dagirtin’ tê xwiyan. Sedemên wê pir in lê yek jî ew e ku; “dilê me” bi rastî jî carna bûye “tiştek li ber destên wan” û kengê xwestine ew dagirtine. Yanî dil carna ‘bi pîlên xelkê-zordestan-bûye pizot!’ Bûye pizot û xwe û derdora xwe şewitandiye. Loma jî wekî ku tîrêja vê helbestê jî nîşan dide; divê mirov dilê xwe tim bipelîne, bibîne ka bi rastî jî yê mirov e yan bi pîlên xelkê dişuxule.

Pîl diqedin, dîsa pîlên nû, dîsa pizotbûyîn! Dûre dîsa valabûn û dîsa qeyrana pîlên nû! Lê ev heye; carna mirov şiyar dibe û dibîne ku way dil êdî ne “dîl” (gelo çima di zimanê me de ‘dil’ û ‘dîl’ wisa nêzî hev in? Ji bo ku her du ji derveyê daxwaza xwe di nava “tiştek” de hepsî ne yan sedemên dûvedirêj jî hene?) e û pîl-mîlan qebûl nake! Mesela ev helbest ji şiyariyek wisa çêbû. Min hew dît ku way “bi hin pîlan” xapiyame û min gotiye qey li dilê min tên, wî dikemilînin û dijînin. Lê na, na! Ew pîl, ne li gorî vî dilê dîn bûne û ew bê pîl-mîl ji xwe re dişuxule.

Bes, her şiyarbûn; nûbûnek, çareyek, rêyek nû dixwaze. Mada ku bi pîlan naşixule, bi çi dişuxule û yê bi çi bişuxule? Niha hema vê kêliyê em bisekinin û wekî dilnasên (kardiyologên) çê, dilê xwe bipelînin, çiqas azad e, çiqas xulam... Çiqas bi vîna xwe dişuxule, çiqas bi gotin û pîlên xelkê? Çiqas wekî avê herikbar û nû ye û çiqas bi ferasetên kufikî dişuxule?

Dema ku em bigihîjin encamek, em ê bibînin ku ev encam têkiliya me û pakrewanên delal jî dide xwiyakirin. Lew ew tev kulîlkên nûbûnê bûn; ji bo ku tiştên kufikî û rizî êdî li dilê wan hukum nekir firiyan çûn. Loma jî ku em bihêlin dil hê jî bi pîlên xelkê yên kufikî û teqiyayî bişuxule û meseleyên xwe yên kesanî, malbatî û civakî, bi wî awê bigrin dest, em ê ji tevî berkendalên xazeyî (mecazî) û rastînî bikevin erdê.

Mînak; kengê, li kîjan mal û bajarî; ku em bi rêzdarî nêzî înada jinan nebin dê artêşa pakrewanên jin xezebê li me bibarîne. Kengê, li kîjan navçeyê, bi fikir û pîlên xelkê di têkiliyên xwe yên malbatî û civakî de bibin despot û dîktator dê tîrbarana pakrewanên azadiyê ji ser serê me kêm nebe. Wekî din jî; pêdiviya tu jinê û kurdê/î bi tehekumê tune ye! Lew dagirkeran heta dawî bi tehekumê em êşandine; yekane tişta ku li me tê û li me ferz e; azadî ye! Di bîst û çar saetên rojê de azadî, li gel hev ji bo hev, ji bo xwe azadî! Helbet hê jî bandora pîlên xelkê heye lê em ji bo vê yekê “em” in ne? Ger em nexwazin kîjan pîl dikare dilê me dîl bigire?

Bila ev nivîs, bi helbesteka min a din bi dawî bibe;

Ceyrana her tiştî çûbû

Tarî û bêdeng bû rastî

Dilê te dişuxulî!

Her kes şaşwaz ma

tu bêperwaz

dilê te yê ku di tariyê de dişuxulî

ronî dida dora xwe

lê êvarên dîl

bi kêrî tiştek nedihatin.

Têbinî: Bi vê lînkê dikarîn nivîsa Mizgîn Ronak guhdar bikin!

https://www.youtube.com/watch?v=VuldQQ30pRU