Piştevaniya jinan a ji bo berxwedana seferberiya Rojava berdewam dike

‘Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan’ ji bo êriş û dorpêça li ser Rojava û Kobanê şermezar bike hate navçeya Pirsûsê. Înîsiyatîf dê li navçeyê çalakî li dar bixe.

1 deqe xwendin
Piştevaniya jinan a ji bo berxwedana seferberiya Rojava berdewam dike

Piştevaniya berxwedan û seferberiya neteweyî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. 'Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan' ji bo êriş û dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî Kobanê protesto bike, hate navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Endamên Înîsiyatîfê li Qada Pirsûsê pêya bûn û heta ber Şeredariya Pirsûsê bi dirûşma, ‘Bijî berxwedana Rojava’ meşiyan. Girse derbasî şeredariya Pirsûsê bû dê di seat 13:00ê de li Qada Pirsûsê daxuyanî bide.