Piştgiriya ji bo Rojava: Em bi berxwedana we re ne

Weqfa Danielle Mitterrand a li Fransayê û kolektîfa ekolojîk Bassines Non Merci ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyariyê rabin.

1 deqe xwendin
Piştgiriya ji bo Rojava: Em bi berxwedana we re ne

Ji raya giştî ya navneteweyî piştgiriya ji bo Rojava dewam dike. Weqfa Danielle Mitterrand û kolektîfa ekolojîk Bassines Non Merci yên li Fransayê ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi berpirsyariyê rabin.

Alîkara Seroka Weqfa Danielle Mitterrand Jacqueline Madrelle anî ziman ku weqf hem bi hevkarên xwe yên li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî bi derdorên civakî û siyasî yên li Fransayê re di nava danûstandineke xurt de ye. Madrelle diyar kir ku bi têkiliya bi parlamenter, komele û nûnerên civaka sivîl re ew hewl didin li ber êrişên li ser Rojava rabin.

Madrelle destnîşan kir ku ew ji dil piştgiriyê dide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Rojava û bi bîr xist ku kurdan di têkoşîna li dijî DAÎŞê de mirovahî parastin, lewma civaka navneteweyî jî ji bo parastina xak û mafên gelê kurd divê helwesteke bi biryar nîşan bide.

Madrelle qala serdana xwe ya par a li Rojava kir û got, sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin modeleke ekolojîk û wekhev pêşkêş dike ku hurmetê nîşanî hemû civakan dide Madrelle axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ev pêvajoya demokratîk, wekhev û polîtîkaya konfederalîzma ekolojîk ji bo avakirina paşeroja Sûriyeyê mînak e. Bila dostên me yên li Rojava zanibin ku em bi berxwedana wan re ne. Wêrekî!"

'Em piştgiriyê dikin'

Tevgera Bassines Non Merci ku li Fransayê têkoşîna avê û ekolojiyê dimeşîne, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyeke tam didin gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tevgerê diyar kir ku Rojava li dijî mêtingerî û emperyalîzmê mînakeke şênber a modeleke civakî ya azad temsîl dike, lewma bûye hedef.

Bassines Non Merci ragihand, kurdên li Sûriyeyê bi taybetî jî jinên ku di sala 2015an de li dijî DAÎŞê navenda berxwedanê bûn, bi gefê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li Kobanê gel ji av û elektrîkê bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bûye sedema krîzeke cidî ya mirovî.

Bassines Non Merci bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û ragihand ku DYA û dewletên Ewropî ji mafên mirovan û daxwazên gelan wêdetir berjewendiyên xwe didin pêş.

Herdu saziyên li Fransayê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berpirsyariyê rabin.