PJAKê li dijî bidarvekirinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir

PJAKê bidarvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û ji civaka Îranê û civaka navneteweyî xwest ku li dijî gefa bidarvekirinê bêdeng nemînin.

1 deqe xwendin
PJAKê li dijî bidarvekirinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) têkildîarî bidarvekirina Babik Elî Pûr, Puya Qubadî, Ekber Danşuwekar û Seîd Mihemed Tequî Sengdemî ku endamên ‘Mucahdîn Xaq’ daxuyaniyek da.

PJAKê diyar kir ku di demekê de Îran di nava şereke giran û her diçe berfirhe dibe de, ketiye nava hewldanên bêdengkirina tinekirina girtiyên siyasî û binpêkirina hemû mafên mirovan û got: “Di rastî de ev binpêkirina rûmet û nirxên mirovane ku bûye yek ji karên demdirêj û sîstema desthilatê ya li Îranê. Qedexekirina hemû çalakiyan a li sîstemeke bêdengkirinê weke Komara Îslamî ya Îranê tê wateya dîktatoriyeke totalîter. Nefesa azadiyê li nava civak Îranê fetisandiye. Berdewamkirina vê bêdengkirinê, civakê zêdetir dixe nava şereke bê dawî û rijandina xwîna xelkên bêguneh. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van cûre kiryaran nayê qebûlkirin. Divê li hemberî darvekirina girtiyên siyasî û ew cezayê li ser an hatiye ferzkirin bi tundî şermezar bikin û pêşiya vê siyaseta zilmkarî bigirin. Ji ber ku li pêşiya azadiya gelên Îranê astengiyeke mezinin.”

PJAKê destnîşankirin ku ev yek xeteriyê li ser jiyana girtiyên din yên siyasî vedike û wiha bi tawî kir: “Ev yek xeteriyê li ser jiyana hemû girtiyên siyasî yên li seranserî Îranê yên ji pêkhate û neteweyên cudatir vedike. Li ser vî bingehî daxwaz ji hemû rêxistinên siyasî, mafên mirovan, civaka Îranê û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî gefên bidarvekirina bêdeng nemînin û tiştên pêwîst ji bo pêşîgirtina liv an kiryarên nemirovî ya rejîma Îranê bigirin.”