Platforma Jinan a Îzmîrê: Dewleta kujer dê hesab bide

Platforma Jinan a Îzmîrê, li dijî kuştina 3 jinan li Îzmîrê meşiyan û gotin: “Dilan Geyik kuştin û xwestin wekî xwekuştinê nîşan bidin. Navê vê yekê wehşet e.”

1 deqe xwendin
Platforma Jinan a Îzmîrê: Dewleta kujer dê hesab bide

Platforma Jinan a Îzmirê, li dijî zêdebûna tûndî, êriş û kuştina li ser jinan meşiyan û daxuyaniyek da. Jin li ber Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê kom bûn û heta ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Li Îzmirê di 3 rojan de 3 jin hatin kuştin. Neparêze, pak neke, darizîne!” kirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dewleta kujer dê hesab bide”, “Em ê dewleta baviksalar hilweşînin” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Li ser navê platformê Rabîa Taşdemîr daxuyanî xwend. Rabia Taşdemir diyar kir ku qetilkirinên jinan ne bûyerên ji rêzê ne û got: “Ev tiştên têne serê jinan encama bêcezahiştin û polîtîkayên dijminatiya jinan e. Di hefteyekê de, Sibel Kulah ji aliyê mêrê ku dixwest jê cihê bibe ve hat kuştin. Gozde Akbaba, li kolanê ji aliyê mêrekî ve hate kuştin. Mihriban Yilmaz xeniqandin û windakirin, Durdona Khakimova perçe kirin û bedena wê avêtin ser çopê. Dilan Geyik kuştin û xwestin wekî xwekuştinê nîşan bidin. Navê vê yekê wehşet e. Ev wehşeta mêran e, berpirsê vê wehşetê jî Qesra ku jinan naparêze, rê li ber şîdetê nagire, ji Peymana Stenbolê derketiye û zagona jimara 6284an bi cih nayîne ye. Mêr vê şîdetê ji vê cesaretê ji ‘bêcezahiştin’ digirin.” 

Rabîa Taşdemîr herî dawî anî ziman ku ew ê hesabê her jineke ku hatî kuştin bipirsin û got: “Wekî Platforma Jinan a Îzmirê em li vir in. Em bi hêrs in, em di serhildanê de ne û em mafdar in. Em dizanin ku rizgarî ne bi tenê, rizgarî bi hev re pêkan e, rizgarî têkoşîna birêxistinkirî ya jinan e. Em dest ji mafê xwe yê jiyanê bernadin, em hesab dipirsin û em gavekê jî bi paş de navêjin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.