Polîsan bi ser ARSÎSAyê de girtin
Polîs û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî di saetên serê sibê de bi ser ARSÎSAyê de girtin.

Di saetên serê sibê de, polîs û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî li navçeya Erdîş a Wanê bi ser Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) de girtin.
Hat îdiakirin ku serdegirtin ji ber giliyekê hatiye kirin ku "dersên zimanê Kurdî dihatin dayîn." Derbarê lêgerînê de tu agahiyên din nehatin dayîn, lê di dema serdegirtinê de wêneyên hundirê navendê ji aliyê polîsan ve hatin kişandin.


