Projeya netewî: Em bi hev re konferansekê pêk bînin
Desteya Demkî ya Projeya Netewî daxwaz ji hemû alî û navenda kir ku hemû bi hev re ji bo siberojeke baştir gav bavêjin û bi hev re amadekariya lidarxistina konferansekê bikin.

Zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd dest bi projeyeke netewî kirin. Di demeke kin de çend aliyên siyasî û navendên cuda piştgiriya projeyê kir. Desteya Demkî ya Projeyê careke din bang kir.
Desteya Projeyê da zanîn ku bidestxistina mafê her neteweyekê girêdayî armanc û yekrêziya wê neteweyê ye û wiha got: “Ji bo wê yekdengî û yekrêziya Kurdan ya di vê qonaxê de ne tenê êdî vebijêrkek siyasî û partî ye; belkû pêwîstiyeke dîrokî, netewî û civakî ye ji bo pênasekirin û amadekariyên ji bo rewşeke nû ye. Rewşeke hem derfetên dîrokî û hem jî xeteriyan li xwe digire.”
Di beşeke din ya bangê de hate diyarkirin ku ev piştgiriya heta niha ji bo doza Kurd hatiye kirin, cihê kêfxweşî û spasiyê ye û ev hate gotin: “Çawa ku hestê berpirsyarî ya beramber pirsa rewa ya Kurde, vê yekê weke derfetekê dibînîn ku careke din daxwaz li partî, navendên rewşenbîrî, çandî, kesayet, hemû welatparêzan bikin ku piştgiriya xwe ya ji bo vê projeye neteweyî nîşan bidin û hemû bi hev re ber bi qonaxa siberojeke baştir û pir bi hêvî ve gav bavêjîn.”
Lijneya Projeyê bang kir û got: “Werin em bi hev re amadekariyê bikin ji bo lidarxistina konferanseke ya ji bo nîqaşkirina li ser çawa pilan û bernameya kar danin ji bo serxistin û diyarkirina mekanîzmeke pêşxistina projeya li ser bingehê aştiya navxwe û derve.”


