Rêbaza min a sereke, hezkirina vê çandê ye
Me dîsa berê xwe da serkaniya zargotina da û dapîran, bav û bapîran. Me ev hevpeyvîn bi berhevkar û lêkolînera çand û kelepûra kurdî Zeyneb Yaşê re kir.

Me dîsa berê xwe da serkaniya zargotina da û dapîran, bav û bapîran. Me ev hevpeyvîn bi berhevkar û lêkolînera çand û kelepûra kurdî Zeyneb Yaşê re kir.
Em dizanin ku salên dûvûdirêj in tu kar û xebatên berhevkarî û lêkolînan li ser çand û kelepûra kurdî dikî. Ji kerema xwe re ji me re behsa destpêka vî karî bike û çi bû sedem tu berê xwe bidî karekî wiha?
Tişta herî zêde hişt ku ev kar bala min bikişîne, ez bawer im jiyana min a li gund bû. Biçûkiya min li gund derbas bû. Li gund bi kesûkarê xwe re ez di jiyaneke sirûştî de bi çand û kelepûra xwe jiyam û vê yekê hişt ku ez ji serkaniya zelal avê vexwim. Lê piştî derbeya leşkerî ya sala 80’yî wekî gelek malbatên kurd malbata min jî peşkilî û berê me kete metrepolên Tirkiyeyê. Siyasetê wekî malbat em gelek êşandibûn lê heman wextî hişmendî û hestên neteweyî bi me re xurt kiribûn. Li xerîbiyê me gelekî li ber xwe dida ku em çand û zimanê xwe biparêzin. Malbat, bi hişmendiyeke siyasî li hemberî pişaftinê radiwestiyaû her tiştên xwe li gorî wê rojekê hilbet vegerin ser warên xwe saz dikirin. Ez di nav malbateke wisa da mezin bûm. Li devera me yekem keç bûm ku min li gund dibistana navîn û paşê jî zanîngeh xwend. Ji aliyê zargotinê ve herî zêde bandora çîrok, destan, kilam û stranên babê min û rihmetiya xaleta min Henîfe li ser min hebû. Ji bo parastina vê zargotinê cara pêşî di sala 1991’ê de ku bavê min hate Stenbolê, min jî bi destana Mem û Zînê dest bi berhevkariyê kir, hilbet ev berhevkariyek ji tirsa ku çîrokên babê min winda nebin bû, ne bi zanebûn û zanistî bû. Lê paşê dema min li zanîngehê dest bi xwendina zimanê fransî kir, ku min bêyî ew ziman bizanibûya min 5 salan xwe fêrî wî zimanî bikira û min ê kar bi wî zimanî bikira, lê zimanê xwe yê heyî min dê nizanibûya pê bixwenda û tiştek bikira. Di roja yekê ya zanîngehê de vê nakokiyê hişt ku ez biryar bidim, pêşî zimanê xwe û paşê hemû zimanên din hîn bibim. Û xwe bi xwe min xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir. Û çi dersê fran


