Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

Rejîma Îranê girtiyên siyasî Babak Elîpûr û Puya Gobadî Bistûnî darve kir.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

Rejîma Îranê bi îdiaya ku endamê Mucahîtên Gel e Babak Elîpûr (33) û Puya Gobadî Bistûnî (34) serê sibehê darve kir.

Derçûyê hiqûqê Babak Elîpîr û endezyarê elektrîkê Puya Gobadî Bistûnî bi sûcdariyên siyasî hatibûn darizandin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan di dema binçavkirin, lêpirsîn û ragirtinê de îşkence, sewqa bi zorê û tecrîd li herdu girtiyan hatibû ferzkirin.