Rejîma Îranê 400 saet in înternet ji ser gel qut kiriye

Li Îranê di 28ê Kanûna 2025an de gel li dijî Rejîmê dest bi çalakiyan kir û çalakî didomin. Rejîma Îranê piştî çalakî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû, înternet qut kir. Rejîmê 400 saet in înternet ji ser gelê xwe qut kiriye.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 400 saet in înternet ji ser gel qut kiriye

Gelê Îranê di 28ê kanûna 2025an de li dijî qeyrana aborî, mafê mirovan û înkarê derket kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyên gel di çend rojan de li hemû bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Gel di 8ê çile de li hemû bajaan dest bi çalakiya grevê kirin. Rejîma Îranê piştî çalakî li hemû bajaran belav bû raste rast gule li ser gel reşandin û bi hezaran mirov di çalakiyan de kuştin. Piştre înternet ji ser gel qut kir. Rejîma Îranê niha 400 saet e înternet ji ser gel qut kiriye."