Rejîma Îranê 8 kes bi komî darve kir

Rejîma Îranê 5 kes li Girtîgeha Şirazê bi komî darve kir. Kesê ku ji darvekirinê xelas bû got: “Birayê min ji ber mijarên siyasî darve kirin.” Rejîmê li Îsfahanê jî 3 kes darve kir.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê 8 kes bi komî darve kir

Rejîma Îranê li Girtîgeha Şirazê  kesên bi navê Arash Shams , Naser Mirzayi , Sohrab Imanî , Alî Partouy , Saeed Partouy bi komî darve kir. Welatî Naser Mirzayî, anî ziman ku birayê wî bi hincetên siyasî hatiye darvekirin. Rêxistina Mafên Mirovan (IHRNGO); anî ziman ku 5 kesên hatine darvekirin ji ber mijarên siyasî hatine darvekirin. IHRNGOyê da zanîn ku welatî pismam Saeed Ali Partouy, Arash Shams, Naser Mirzayi û Sohrab Imani, li girtîgeha Şirazê bi komî hatine darvekirin. 

Li gorî rapora IHRNGOê di sala 2024an de yek jê zarok 19 jin bi giştî herî kêm 419 kes bi sedemên cînayetan hatin darvekirin. Di 2025an de jî  herî kêm 641 kes ji ber sûcên cînayetan hatin darvekirin. 

Rejîmê li Îsfahanê 3 kes darve kir

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), Rejîma Îranê li Girtîgeha Îsfahanê jî kesên bi navê Khodadad Mozaferî, Alî Bahman û Hamid Jahangirî darve kir.