Rêveberiya Kobanê: Tevî sozan jî hikûmeta demkî tu gav neavêtine
Meclisa Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişa ser Kobanê şermezar kir

Rêveberiya Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir tevî sozên ku nûnerên hikumeta demkî di civîna li Helebê de dane jî, heta niha ji aliyê wê ve gavên berbiçav nehatine avêtin, bi taybetî vekişîna hêzên leşkerî ji Çelebiyê û rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê.
Rêveberiya Kobanê têkildarî dan û standinên xwe yên li gel rêveberiya parêzgariya Helebê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gorî peymana 29ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî a li Şamê de, gava yekemîn li navçeya Şêxler hat avêtin û entegrasyon di navbera hêzên ewlehiyê yên li wê deverê hat kirin.
Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên şêniyan û vegera koçberan li malên wan, li gundewarê bajarê Kobanê civînek di navbera Rêveberiya Kobanê û cîgirê parêzgarê Helebê de bi amadebûna rûspiyên kurd û ereb pêk hat. Civîn bi encamên erênî bi dawî bû û di nav de cîgirê parêzgarê Helebê li ser navê parêzgar, Rêveberiya Kobanê vexwend ji bo civînekê serdana bajarê Helebê bikin.
Li ser vexwendina ku gihaşt Rêveberiya Xweser a Kobanê, şandeyek ji rêveberî û rûspiyên Kobanê di 5ê vê meha sibatê de berê xwe da bajarê Helebê da ku bi parêzgar re bicivin. Li wir hevdîtin bi cîgirê parêzgar û fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Helebê re pêk hat. Di civînê de gelek dosyayên girîng ên têkildarî herêmê hatin nîqaşkirin; di serî de gavên pratîk ên li navçeya Şêxler hatine avêtin û gavên ku divê li navçeya Çelebiyê werin avêtin da ku vegera hemû şêniyan bo gundên wan were misogerkirin. Her wiha mijarên xizmetguzariyê mîna qutbûna av, elektrîk û înternetê hatin gotûbêjkirin. Lê belê tevî sozên ku nûnerên hikumetê di civînê de dan, heta niha ji aliyê hikumetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin, bi taybetî vekişîna hêzên leşkerî ji Çelebiyê û rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê.
Di vê çarçoveyê de, em wek Rêveberiya Kobanê teqez dikin ku daxuyaniyên piştre di çapemeniyê de hatine weşandin, xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nakin û bi tu awayî bi naveroka peymanê re li hev nakin. Herwiha binavkirina Kobanê wek “navçe” û israra li ser bikaranîna navê “Eyn El Ereb” li dijî rastî û rastiyên li ser erdê ne.
Em careke din pabendbûna xwe bi xalên peymanê û pêkanîna wê ya li ser erdê re nîşan didin û diyar dikin ku em amade ne berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku erkên dikevin ser milê xwe bi cih bîne û gavên pêwîst temam bike, bi taybetî vekişandina hêzên leşkerî ji gundên di nav sînorên îdarî yên herêma Kobanê de, rakirina dorpêça li ser bajêr û rakirina astengiyên li pêşiya dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji bo şêniyan.”


