Roja zimanê dayikê
Ji bo her netewekê, her gelekî girîngiya zimanê dayikê bi sedemên hevbeş û yên cuda hene. Sedemên hevbeş, hebûna çand, dîrok, kevneşopî û nirxên jiyanî yên gelekî dikin gel, an netewekê dikin netew e.

Ji bo her netewekê, her gelekî girîngiya zimanê dayikê bi sedemên hevbeş û yên cuda hene. Sedemên hevbeş, hebûna çand, dîrok, kevneşopî û nirxên jiyanî yên gelekî dikin gel, an netewekê dikin netew e. Ev aliyê ziman ji bo hemû mirov û komemirovan girîng e. Ji bilî vê ji bo her mirov, gel an netewan zimanê dayikê weynê nasname û cihê hebûn û tinebûnê digire, ku bi taybetî komemirovên (gel, netew) ji sedemên mêtingerî, zordarî, bindestkirin û hwd. astengî yan qedexe li ser zimanê dayikê yên wan hatiye danîn û ji ber vê yekê ziman ji bo wan bûye sedemeke hebûn û tinebûnê.
Kurd yek ji van gelan e, ku mêtingeriya dijwar a li ser hatiye ferzkirin, xwestiye êrîşa xwe ya herî xedar li ser zimanê dayikê kurdî bi rê ve bibe û bi vê yekê bigihêje armancên xwe yên tinekirina kurdan.
Ev yek bêguman bi serê gelên din de jî hatiye. Gelê bangladeşî yê berxwedana wan bûye sedema, ku îro li giştiya cîhanê 21ê Sibatê wek cejna zimanê dayikê were pîrozkirin jî yek ji van gelan e. Bangladeş welatekîli başûrê parzemîna Asyayê, cîranê Hîndistan û Pakistanê ye. Li Bangladeşê salên P.Z. bi rêzê ji 750 heta 1200î xanedaniya Palas, piştre heta 1757an hêzên îslamî, pişt re jî heta 1905an îngilîzan desthilatiya xwe domandiye. Di 1947an de aliyê misilman ê Bangladeşê bi navê rojhilatê Pakistanê dibe eyaleteke Pakistanê û heta 1969an wisa dimîne. Piştî vê di navbera Hindistan û Pakistanê de şer derdikeve û di 1971ê de Hindistan piraniya rojhilatê Pakistanê dagir dike. Di roja 22ê kanûna 1971ê de bi pêşengtiya Mecibur Rahman Komara Îslamî ya Bangladeşê tê damezirandin û Hindistan hêzên xwe ji welêt bi paş ve vedikişîne. Lê ev yek dirêj nadome û di 15ê tebaxa 1975an de Kandahar Mustak Ahmed bi darbeyeke leşkerî dest datîne ser şiyandariyê. Piştre bi rêzê darbe tên kirin: Di 3ê mijdara 1975an de Xalid Muşeref, di 7ê mijdara 1975an de Ziya-ur Rahman bi darbeyê desthilatiyê ji hev distînin. Di 1977an de hilbijartin tên kirin û Ziya-ur Rahman bi ser dikeve. Di 30ê gulana 1981ê de dîsa darbe


