Rojnameya erebî cih da hevdîtina PDK û YNKê

Çapemeniya erebî di weşanên xwe yên îro de cih dan hevdîtinên PDK û YNKê.

1 deqe xwendin
Rojnameya erebî cih da hevdîtina PDK û YNKê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih dan hevdîtinên PDK û YNKê yên ji bo diyarkirina serokkomariya Iraqê. Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser dosyaya serokkomariya Iraqê û wiha nivîsî: “Agahî hatin bidestxistin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destnîşankirina namzetekî gihiştine rêkeftineke destpêkê.”

Rojnameyê da zanîn ku ev lihevkirina muhtemel bi encama lihevkirina di navbera hêzên Çarçoveya Hemahengiyê yên têkildarî namzetê serokwezîr ve jî girêdayê û ev nirxandin kirin: “Ji ber ku li gorî destûrê, serokkomar berpirsê diyarkirina namzetê bloka herî mezin a parlamentoyê ya ji bo avakirina hikûmetê ye. Koalîsyonên şîe, di nav de Koalîsyona Dewleta Qanûnê û Koalîsyona Jinûveavakirin û Geşepêdanê, bang li hêzên kurd kiriye ku lezê bidin temamkirina şertên destûrî, di serî de jî hilbijartina serokkomariyê.”

‘YNK hêj di serokkomariyê de bi israr e’

Li gorî rojnameyê lihevkirinek di navbera her du partiyên kurdan de nêzîk e. Rojname van agahiyan bi xwendevanên xwe re parve dike: “Ev lihevkirin dê bi lihevkirineke berfireh re were kirin ku dê hikûmeta herêmê jî bigire nava xwe. Namzetiya Nûrî El Malikî ji bo serokwezîriyê hîn jî dibe sedema gumanên navxweyî û hişyariyên derveyî yên li ser bandorên potansiyel ên aborî. Di heman demê de, YNKê ji ber axaftina li ser lihevkirina dawîn hişyarî da û diyar kir ku ew israr dike ku posta serokkomariyê para wê be. Nakokî li ser dabeşkirina postan di hikûmeta herêmî ya pêşerojê de jî dewam dikin.”