Şandeya KNKê li Rojava ye

Şandeyek KNKê bi serokatiya Hevserokê KNKê bi armanca piştgiriyê ya çû Rojava.

1 deqe xwendin
Şandeya KNKê li Rojava ye

Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama Kongreyê Mecda Ebas pêk tê, bi armanca piştgiriyê çû Rojava. Şandeya KNKê ji aliyê berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojava ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs diyar kir ku armanca hatina wan ew e ku di vê pêvajoyê de piştgiriya kurdên Rojava bikin û got piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye.

Ehmed Karamûs bang li tevahiya kurdan kir ku vê erkê bi cih bînin û xwedî li gelê Rojava derkevin.