Şandeya Kobanê: Divê hêzên şamê derkevin û koçber vegerin gundên xwe

Endamên Şandeya Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl û Ebdulrehman Demir têkildarî encamên hevdîtina li Helebê, daxuyanî dan. Mizgîn Xelîl got ku divê hêzên leşkerî yên girêdayî Şamê ji gundewarê Kobanê derkevin da ku koçber bi rehetî vegerin gundên xwe.

1 deqe xwendin
Şandeya Kobanê: Divê hêzên şamê derkevin û koçber vegerin gundên xwe

Duh li Helebê di navbera şandeya rêveberiya Kobanê û şandeya parêzgeha Helebê de civînek pêk hat. Endamên şandeya rêveberiya Kobanê vegeriya Kobanê û der barê hevdîtinê de ji ANHAyê re axivîn.

Endamê şandeyê Ebdulrehman Demir diyar kir ku şêniyên Kobanê li benda nîqaşên li Helebê ne û got: “Zimanê lihevkirin û diyalogê li pêş bû. Me xwest em rûpela derbasbûyî bigirin û yeke nû vekin, ji bo ku em Kobanê bi hev re bi rê ve bibin, ewlekarî û saziyên wê em bi hev re bi rê ve bibin.”

Mizgîn Xelîl jî der barê hevdîtinê de wiha got: “Li ser esasê vexwendina parêzgeha Helebê ya girêdayî hikûmeta Şamê ya Sûriyeyê em çûn Helebê. Piştî peymana ku di 30ê çileyê de hatiye çêkirin, yek ji xalên wê peymanê ye ku Kobanê wek sîstema berê ji aliyê rêveberiyê û ewlekariyê de girêdayî parêzgeha Helebê be. Ji ber vê jî ji bo kar û pirsgirêkan em cara yekem derbasî parêzgeha Helebê bûn.”

Mîzgîn Xelîl bal kişand ser hevdîtina ku pêk hatiye û wiha got: “Divê hêzên leşkerî ên girêdayî hikûmeta Şamê ku niha di gelek gundewarên Kobanê de ne, derkevin da ku koçberên li Kobanê bi rehetî derbasî gundên xwe bibin. Her wiha li ser gelek pirsgirêkên din û dorpêça ku em niha tê de ne û gelek pêdiviyên rojane, av, elektrîk û gelek pirsgirêkên jiyanî jî derdikevin holê. Bêtir îşaret bi cudabûna ku di Sûriyeyê de hate kirin ev cudahiyên di nava Sûriyeyê de bi xwe re zengînbûnekê tînin ku mirov bêtir parastina van bike û bi aramî bijî, dûrî dijminatî, şer, pevçûn û aloziyan.”