Şandeya Rojava diçe Şamê

Şandeya kurd ji Rojava diçe Şamê ku bi Hikumeta Demkî re hin danûstandinan bike.

1 deqe xwendin
Şandeya Rojava diçe Şamê

Piştî peymana ku 29ê çileyê (2026) di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û 30ê çileyê jî, ji raya giştî re hatibû eşkerekirin, hewldanên siyasî jî zêde dibin.

Ji bilî danûstendinên ji bo pêkanîna peymanê, partiyên kurd jî di nava hewldanan de ne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên partiyan hatine girtin, şandeya kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26ê nîsana 2025an li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin, wê biçe Şamê.

Ji bo çûna şandeyê, dîroke zelal nehatiye diyarkirin, lê hat gotin ku wê di demeke kurt de biçe.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku wê li Şamê bi hikûmeta demkî re li ser parastina mafan, mîsogerkirina wan a di destûra bingehîn de, demokratîkbûna Sûriyeyê û azadiyan hevdîtin werin kirin.