Saziyên demokratîk: Venekirina Deriyê Murşîtpinarê sûc e
Platforma Saziyên Demokratîk li Enqereyê astengkirina alîkariyên ji bo Kobanê protesto kirin û diyar kirin ku ev astengî sûcê mirovahiyê ye.
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya protestokirina dorpêça ku 20 roj in li ser Kobanê didome û astengiyên Tirkiyeyê yên li ser Sînor ê Murşîtpinarê li Kolana Yukselê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên demokratîk beşdar bûn. Koma kom bûn pankartên "Em şoreşa jinê ya Rojava diparêzin" û "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye; nayê teslîmgirtin" hilgirtin. Komê dirûşmên "Korîdorê veke, dorpêçê rake", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Li ser navê pêkhateyên platformê Jiyan Bahadir daxuyanî da û bi bîr xist ku bajarê Kobanê yê ku bi têkbirina DAIŞê dîroka parastina mirovahiyê nivîsand, 20 roj in di bin dorpêçê de ye.
Jiyan Bahadir bertek nîşanî dorpêçê da û got: "Ceyran tune, av tune, xurek pir kêm e, derman tune, nexweşî dest pê kirine û li ber çavên cîhanê mirov di rojên sar ên zivistanê de bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li bajarekî ku 5 zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dane, krîzeke mezin a mirovî heye. Sedema sereke ya çaresernebûna vê krîzê, helwesta polîtîk a welatên herêmê ye. Îro venekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku li hemberî Kobanê ye û pênc deqîqeyan dûrî navenda bajêr e, sûcê mirovahiyê ye. Yên ku dibin hevparê vî sûcî, kesên bi gotina 'Kobanê ket, dê bikeve' kêfxweş dibûn. Ew kesên ku wextekî bi gotina 'Kobanê ket, dê bikeve' kêfxweş dibûn, îro şirîkê vî sûcê mirovahiyê ne."
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.


