Sefîrê Îsrailê: Divê xiyanet li kurdan neye kirin
Sefîrê Îsrailê yê Almanyayê Ambassadr Ron Prosor li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku xwîna mirov ji ber dîmenên li heremên kurd yên li Sûriyeyê dicemide.

Sefîrê Îsrailê yê Almanyayê Ambassador Ron Prosor di parvekirina xwe ya ser Xê de diyar dike ku ji ber dîmenên li Sûriyeyê ji heremên kurdan tên, xwîna mirov dicemide û got: “Ewropa li hember vê karesatê ker, kor û lal e.”
Sefîr Ambassadr Ron Prosor aşkere dike ku li Sûriyeyê mutefîkê herî ewle kurd in û ev tişt gotin: “Em û kurd ji pir aliyan ve xwediyê nirxên hevpar in. Di şerê li dijî DAIŞê de fedekariyê pir mezin kirin û rê li ber metirsiyên DAIŞê girtin û nehiştin DAIŞî ber bi Ewropayê ve biçin.”
Di berdewama axaftina Sefîrê Îsrailê yê Almanyayê Ambassador Ron Prosor bang li Ewropayê dike ku di van kêliyên xeternak de pêwîstiya wan bi mutefîkên fedekar, bi piştgiriya me heye. Nabe ku em wan di rewşeke wisa de rûyê xwe li wan bizivirin û wan bi tenê bihêlin.”


