Senatorê berê: Divê Tom Barrack ji peywirê bê girtin
Senatorê komarparêz ê berê yê Pennsylvanyayê Rick Santorum, ji ber êrişên ser kurdan xwest Tom Barrack paşve were kişandin.

Rick Santorum, li ser hesabê xwe ya Xê peyamek parve kir û got ku gelê kurd karên pir zehmet kirine, demokrasiyeke piranîparêz ava kirine lêbelê Tom Barrack xiyanet li wan kiriye.
Di peyama xwe de got: “Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞê karên herî zehmet kir. Ji hêla olî ve demokrasiyeke piranîparêz va kir. Sefîr Barrack, ji bo Tirkiyeyê xiyanet li wan, li Xiristiyanan û li welatê me kir. Kiriyarên wî cihê şermê ne. Divê ji peywirê bê girtin.”


