Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz piştî qereqolê birin ku?

Leşkeran 25 sal berê di 25ê Çileya 2001an de Serokê HADEPê ya Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEPa Silopiyayê Ebûbekîr Denîz binçav kirin û winda kirin. Lê heta niha rayedarên qereqolê aşkere nekirine ku piştî binçavkirinê Serdar Daniş û Ebûbekîr Denîz birine ku.

1 deqe xwendin
Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz piştî qereqolê birin ku?

Di salên 1990an de li bakurê Kurdistanê bi hezaran kes hatin binçavkirin û pişt re jî hatin windakirin. Kesên hatin windakirin jî nehatin dîtin û kujerên wan jî nehatin cezakirin. Yek ji van kesên hatiye windakirin Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a Silopiyayê Serdar Taniş e û yek ji wan jî rêveberê HADEP a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz e. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25ê çileya 2001an de hatin binçavkirin û piştrê jî tu agahî ji wan nehat girtin. Tevî guman hebûn ku di windakirina wan de Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz berpirsyare jî derbarê wî de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Malbata Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji bo aqubeta wan bê zanîn û kujer bên cezakirin doz vekirin lê ji dozên hatine vekirin jî encam nehat standin. Malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMMEyê di 2yê Tebaxa 2005an de Tirkiye mehkûm kir ku tazmînatê bide malbatan. Herî dawî jî parêzerên malbatan ji bo aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bê zanîn û kujer bên ceza kirin di 7 Çileya 2020an de serî li DMMEyê dan. Lê heta niha DMMEyê tu bersiv nedane.

Dayikên Şemiyê li aqûbeta wan pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 1088emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya heftane berdewam kir. Dayikên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê jî li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.

 ‘Pirsgirêk bi tundiyê çareser nabe’

Îkbal Eren diyar kir ku salên 1990î ji ber ku rêyên siyaseta demokratîk girtîbûn, komkujî pêk hatin û got: “Bi sedema polîtîkayên ewlehiyê şer hê zêdetir dijwar bû û gelek siyasetmendarên Kurd hatin înfazkirin. Bûyerên ku di wê demê de qewimîn di bîra civakê de wekî binpêkirina mafên mirovan cihê xwe girt. Êş û jana ku qewimî nîşan da ku pirsgirêkên civakê bi tundiyê çareser nabe. Em di hefteya 1088emîn de ji bo li aqûbeta siyasetmendarên Kurd Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bipirsin, hatin cem hev.”

‘Windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Îkbal Eren bal kişand ser serpêhatiya windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdan û lêgerînan jî lêpirsînek baş pêk nehat û ser dosyeyê hate girtin û got: “Malbatan di 17ê Tirmeha 2015an de serî Dadgeha Destûrî da lê li wir jî biryara demborî hat dayîn. Lê di sala 2005an de DMME biryar dabû û gotibû ku lêpirsînek baş pêk nehatiye û Tirkiyeyê mehkûm kiribû. Em di hefteya 1088emîn de dîsa bang dikin; Tirkiye mukelefê biryarên DMMEyê ye. Windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz û windayan hemû bipirsin.”

‘Ev der Komara Şirnexê ye û li vir gotinên min derbas dibe’

Paşê Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî û anî ziman ku di windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de şahid hebûn û got: “Şahidan gotin Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bi hev re çûne qeroqolê, fermandanar Levent Ersoz got em nizanin li ku ne. Paşê dema em çûn qerekolê Levent Ersoz ji me re got, ‘Ev der Komara Şirnexê ye û li vir gotinên min derbas dibe’. Piştî vê gotinê me fêm kir ku winda nayên dîtin.”

‘Hêvîdarim ku kiryar bên darizandin’

Birayê Serdar Taniş, Yusuf Taniş jî axivî û destnîşan kir ku ew îro di emrê birayê xwe de ye û got: “Birayê min ji bo vekirina partiyê dixebitî. Levent Ersoz gef li birayê min dixwara. Jixwe paşê ji Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hatin windakirin. Em hêvîdarin ku kiryar bên darizandin.”

Piştî axaftinanan beşdarên çalakiyê qerenfîlên di destê xwe de avêtin Qada Galatasarayê ku ji aliyê polisan ve hatiye dorpêçkirin.