Şervanên YBŞê bi çandina daran rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
Şervanên YBŞê rojbûna 77an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran û şahiyekê pîroz kirin.

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merasîmek lidar xistin. Destpêkê meşek pêk anîn û piştre ji fermandarên YŞBê Întiqam Zerdeşt axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Şervanan herwiha helbestek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rojbûna te pîrozbe ey Serok Apo’ berz kirin.
Piştî axaftinan şervanan şitlên daran çandin. Her şervanekî darek çandin û piştre hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Daxwaza her şervanek heman tişt bû. Şervanan xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Edî şervan dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.
Ji şervanan Arif Şengalî dema dara xwe çand got: “Ji Şengalê heta Îmraliyê rojbûna me pîroz be.”
Şervanê bi navê Şerzad Şengalî jî got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyan e.”
Şervanan dara dawiyê bi hev re çandin û daxwaza xwe kirin û gotin: “Em weke şervanên YBŞê dixwazin Rêber Apo êdî di nava xwe de bibînin û rojbûna wî bi hev re pîroz bikin. Em bi vê hêvî û baweriyê dara xwe ya dawiyê diçînin.”
Şervanan bi stranan û bi gerandina govendê bernameya xwe bi dawî kir.


