Şervanên YPJê li Til Lebenê 4 çete kuştin

Çeteyên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişî Til Leben ê Çiyayê Kizwana yê rojavayê bajarê Hesekê kir. Li dijî êrîşan şervanên YPJ û HSDê bersiv dan. Di şer de şervanên YPJ û HSDê 4 çete kuştin û 2 jî birîndar kirin.

1 deqe xwendin
Şervanên YPJê li Til Lebenê 4 çete kuştin

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku çeteyên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, êrişî Til Leben yê Çiyayê Kizwana yê rojavayê bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê kir. Çavkanî daxuyand ku şervanên HSD-YPJê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da, 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin derbekirin. Balkêş e piştî agirbestê HTŞê êrîşên li dijî Rojava zêde kirin.