Sîxurtî li dê û bavê xwendekara ODTUyê ferz kirin

Di operasyona li dijî xwendekarên ODTUyê de, hat diyarkirin ku polîsan sîxurtî li dê û bavê Dîlara Çelîk ferz kiriye.

1 deqe xwendin
Sîxurtî li dê û bavê xwendekara ODTUyê ferz kirin

37emîn Şahiya Biharê ya Navneteweyî ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê (ODTU) bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Piştî vê êrişê gelek xwendekarên sosyalîst hatin binçavkirin. Der barê gelek xwendekaran de jî biryara binçavkirinê heye. 

Hat hînkirin ku duh êvarê polîsan avêtiye ser mala endama Dev-Guçê Dîlara Çelîk û sîxurtî li malbatê ferz kiriye.