Sozdar Avesta: Dê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta di hevpeyvîna taybet de ya li Stêrk TV hate weşandin, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya kurd ên meha Hezîranê şehîd bûn û kesayetên dîrokî bi...

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta di hevpeyvîna taybet de ya li Stêrk TV hate weşandin, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya kurd ên meha Hezîranê şehîd bûn û kesayetên dîrokî bi bîr anî. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re hate kirin bi vî rengî ye;
Wekî ku tê zanîn, meha Hezîranê di dîroka gelê kurd û Tevgera Azadiyê de mehek girîng e. Ji ber ku di vê mehê de Tevgera Azadiyê gelek pêşengên xwe şehîd dane. Di heman demê de Komkujiya Sêwasê jî divê mehê de ye. Dîsan di vê mehê de darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk hat. Bi giştî ev meha ku di nava xwe de nirxên giranbuha dihewîne, di şexsê heval Zîlan, Sema, Gulan, Helmet û bi giştî ji bo şehîdên vê mehê hûn ê çi bibêjin?
Ez di destpêkê de meha şehîdan û şehîdên me yên pir giranbuha wekî xweda û xwedeawendên vê têkoşînê yên şehîd bûne û dîsa di dîroka gelê kurd de şehadetên bi komî yên bi sêdarê hatine şehîdkirin, kesayetên ewqas mezin anîna li ser ziman û bilêvkirina wan ne hêsan e. Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî yên ku sed sal berê hatin darvekirin bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Dîsa rojek weke îro di sala 1993yan de 33 rewşenbîr, hunermend, kesayetên navdar, zanyar ên civakê hem elewî, hem kurd û hem jî ji gelên Tirkiyeyê li oteleke Sêwasê zindî hatin şewitandin, salvegeran wan e jî. Her wiha em 29emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) pêşwazî dikin. Di nava Tevgera Azadiyê de cara yekem pêşdîtina Komploya Navneteweyî kir, hîs kir û li ser vê bingehê kete nava tevgerê, 29emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan e. Her wiha dîsa hevalên me yên pêşengên jin ên Tevgera Azadiyê hevrêyên weke Sema Yucel, hevrê Fikrî Baygeldî, hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), hevrê Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Leyla Agirî ev hevrêyên pêşeng di vê mehê de şehîd bûn. Di şexsê van hevrêyan de ez tevahî şehîdan bi hurmet û minet bi bêrîkirin û eşeqa azadiyê bi bîr tînim. Li ser xeta şehîdan Têkoşîna Azadiyê bêyî navber berdewam dike. Ji vir û şunde jî wê berdewam bike.


