Şûnwarên Derayê tên wêrankirin

Li herêma Derayê şûnwarên arkeolojîk tên xerabkirin. Ji ber kolanên bêserûber û lêgerînên nerewa mîrateya çandî ya vê herêmê di xetereyê de ye.

1 deqe xwendin
Şûnwarên Derayê tên wêrankirin

Şûnwar û girên dîrokî yên li Derayê ji ber zêdebûna kolandinên bêserûber û nerewa rastî talanê tên.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), êdî gelek kes li cihên dîrokî amûrên dîtina metalan bi kar tînin û li gelek deverên dîrokî lêgerîn û kolandinê dikin, vê jî ziyaneke mezin daye cihên arkeolojîk û dîrokî.

SOHRê li ser xetereyên windakirina beşeke girîng a nasnameya çandî û dîrokî ya herêmê hişyarî da û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên bi parastina mîrata cîhanê re mijûl in kir ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku dawî li talankirinê bînin û cihên arkeolojîk biparêzin.