TAJÊ: Di sincê dagirkeran de pîvanên mirovî tune ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê semînerek da. Berdevka TAJÊyê Rîham Hiço anî ziman ku di sincê dagirkeran de pîvanên mirovahiyê tune û got: “Xeteri li ser Şengalê ye. Divê li dijî van xeteriyan Şengalî yekîtiya xwe xurt bikin.”

1 deqe xwendin
TAJÊ: Di sincê dagirkeran de pîvanên mirovî tune ye

TAJÊyê li Digurê ya Şengalê têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, semînerek li dar xist. Endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî ya Şengalê beşdar bûn. Di seminerê de bal  kişandin li ser hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji dema avakirina PKKê û heta niha yên ku rê li ber şeran bigirin. Berdevka TAJÊ Rîham Hiço di semînerê de axivî û wiha got: “Di sala 1999an de plana ku demek dirêj bû ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ji aliyê hêzên hegemon ve hatibû danîn, bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam kirin. Çawa hemû şoreşên din yên gelan bi dîlgirtin an jî dervekirina serokên wan hatin tinekirin, xwestin vî tiştî di şexsê Rêbertî de jî pêk bînin û bi dîlgirtina Rêber Apo, Tevgera Azadiyê tine bikin. Rêber Apo dixwest ku gel bigihe mafê xwe. Hêzên ku desthilatdariya xwe li ser gelan ferz dikin hemû dagirker in. Di pîvanên wan de tu exlaqekî mirovahiyê nîne. Rêbertî bi fikr û ramanên xwe xwest pêşiya vê neheqiyê bigire. Heta niha jî ev komplo li ser fikrê Rêbertî berdewam dike. Ev şerê ku li Rojava tê meşandin, ji komploya li ser Rêbertî ne qut e. Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ku îradeya civaka me dike hedef û destkeftiyên me tine dike, dagirkirina Serêkaniyê û êrîşên ku niha jî tên kirin, bi yek armancê ne, ew jî tinekirina pergala ku Rêbertî daniye ye.”

 

Piştre kesên beşdarî semînere bûn, li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran anîn ziman ku li hemberî êrîşên ku destkeftiyên gelan dikin hedef, tenê şerê gel dikare rê li ber bigire.