Talabanî û Barzanî civiyan
Civîna di navbera Barzanî û Talabanî de ya bi rojeva diyarkirina namzetê hevpar ê seorkkomariya Iraqê dest pê kir. Li bendê ye ku di hevdîtinê de biryar were dayin.

Li gorî medyaya YNKê, piştî nîvro de serokê YNKê Bafil Talabanî gihişt bajarokê Pîrmam ê ser bi Hewlêrê û li gel serokê PDKê Mesûd Barzanî di civînê de ye. Li gorî agahiyan, ev civîn bi taybetî li ser diyarkirina kesekî wek namzet ji bo serokkomariya Iraqê ye. Ji ber ku Çarçoveya Hemahengî ya Şîa ji bo diyarkirina namzetek dem daye PDKê û YNKê.
Hat zanîn ku yek ji mijarên din ên sereke yên civînê dê avakirina kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê be. Ji ber ku YNK vê mijarê bi postên li Bexdayê ve girêdide, PDK jî wek du mijarên ji hev cuda digre dest.
Civîna îro ya Talabanî û Barzanî duyem civîn e ku li ser van mijaran tê kirin. Hefteya bihurî jî her du alî civiyabûn, lê lihevnekiribûn. Civîna îro wek temamkerê civîna hefteya bihurî tê dîtin.
Heke Talabanî û Barzanî îro li ser mijara posta serokkomar lihev nekin, wê parlamenta Iraqê carek din civînên xwe yên li ser hilbijartina serokkomar paş nexe. Wê her du partî bi namzetên xwe herin parlamentê û deng li ser were dayîn.
Namzetê YNKê Nizar Amêdî û namzetê PDKê jî Fuad Hisên e. Ji bilî wan 17 kesên din jî xwe ji bo serokkomartiyê namzet nîşandane.


