Têkiliya ziman, diyarde û hişmendiyê

Têkiliya ziman û hişmendiyê pir kûr e û hişmendî bi rêya ziman xuya dibe. Ramana mirov pirî caran di nav ziman de dişêwe. Ji bo hevokek watedar bibe, tenê hebûna peyvan têrê nake; pêdivî bi rêzeke hişmendiyê heye.

1 deqe xwendin
Têkiliya ziman, diyarde û hişmendiyê

Mirov cîhanê tenê ne bi dîtinê, bi navkirin, têgihîştin û şîrovekirinê jî fêm dikin. Lewra ziman, rastî û hişmendî wekî sê hêmanên bingehîn ên ji hev nayên veqetandin di rêwîtiya hebûna mirovan de derdikevin holê. 

Ziman hilgirê ramanê ye, diyarde xuyangiya rastiyê ye û hişmendî jî rêza ramanê ye. Hişê mirov, dema ku daneyên ku ji cîhana derve bi rêya ziman werdigire vedibêje, wan bi rêya hişmendiyê diparzinîne. Bi vî awayî, rastî tenê ne ezmûnek jiyanî ye; li zanîna ku li ser tê fikirîn, ravekirin û parvekirin dadigere. Di vê çarçoveyê de, têkiliya navbera ziman, diyarde û hişmendiyê tenê ne mijareke felsefî ye, di heman demê de bingeha têkiliya mirovahiyê ya bi rastiyê re ye.

Ziman ji bo avakirina gerdûna hişmendiya mirov amrazê herî girîng e. Mirov bi bikaranîna zimên, tenê danûstandinê nakin; her wiha difikirin, dipirsin, diafirînin û wateyê ava dikin. Gava ku navê tiştekî tune be, bi tevahî xwe di hişê mirov de nîşan nade. Lewra ziman hebûnê di asta hişmendiyê de nîşan dide. Mirov darekê tenê ne wekî hebûneke biyolojîk, her wiha bi rêya têgiha "darê" fêm dike. Bi vî awayî, rastî bi rêya ziman formeke hişmendiyê werdigire. Ji ber vê sedemê, gelek feylesof, cîhanê ne li gor hebûna wê, li gor zimanê ku wê dide nasîn rave dikin.

Diyarde rastiyek berbiçav an çavdêrîkirî ye ku di cîhana derve de pêk tê. Barana ku dibare, mezinbûna zarokekî, guhertina civakê, an êşa kesekî/ê hemî diyarde ne. Diyarde, di hişmendiya mirov de serbixwe ne; belê, mirov wan tenê bi rêya zimên derdibirin. Hişê mirov nav, dabeşkirin û wateyê dide dispêre diyardeyan. Ji ber vê yekê, ziman pira navbera diyarde û mirovan e. Bêyî ziman, her diyarde rastiyeke bêdeng e. Mirov diyardeyê bi rêya ziman radigihîne qada ramanê û paşê vediguherîne zanînê. 

Hişmendî şêweyeke sîstematîk û domdar a ramanê ye. Hişê mirov hewl dide ku diyardeyê ne bi awayekî rasthatî, di nav têkiliyên sedem û encamê de fêm bike. Hişmendî rêgezên ramana rast diyar dike û nahêle ku raman bikeve nav nakokiyê. Ger kesek pêşniyara "hemû mirov mirin" û "Bawer jî wekî mirovekî" qebûl bike, hişmendî mirov neçar dike ku bigihîje encama "Bawer jî mirî e". Ev nîşan dide ku hişmendî tenê ne pergaleke teorîk/nazarî ye; ew avahiya bingehîn e ku rêza navxweyî ya ramanê jî diyar dike.

Têkiliya navbera ziman û hişmendiyê pir kûr e. Ji ber ku hişmendî bi rêya ziman xuya dibe. Ramana mirov pirî caran di nav zimên de dişêwe. Ji bo ku hevokek watedar bibe, tenê hebûna peyvan têrê nake; pêdivî bi rêzeke hişmendî heye. Dibe ku derbirînek  wekî "îro, sibê, duh" ji hêla zimannasiyê ve pêk hatibe diyarkirin, lêbelê wateyeke hişmendî hilnagire. Ji ber vê yekê, ziman ji bo ku têgihîştî û fonksiyonel/kêrhatî be, divê xwe bispêre rêberiya hişmendiyê. 

Ji aliyekî din ve, hişmendî aliyekî wê jî heye ku di ser zimên re ye. Ji ber ku carinan, her çendî ku mirov rast bifikire jî, dibe ku bi tevahî bi zimên nikare bê gotin . Dibe ku her gav di navbera raman û derbirînê de ahengek bêkêmasî tune be. Ji ber vê yekê, ziman hem dibêtî  û hem jî sînorê ramanê ye. Hişê mirov carinan nikare bi tevahî tiştê ku hîs dike an difikire vebêje. Bi taybetî ezmûnên kûr ên wekî evîn, êş, mirin û tenêtiyê pirî caran sînorên ziman derbas dikin. Di demên wiha de, hişmendî bi paş ve diçe, û vac/mantiq û hest derdikevin pêş. Belê, mirov hîn jî ji bo parvekirina van ezmûnan hewceyê ziman e. Têkiliya di navbera ziman û rastiyê de jî pir tevlihev e. Ji ber ku ziman tenê rastiyê venabêje; carinan rastiyê dişêwîne jî.  

Mirov, bûyeran bi têgihên ku ew bi kar tînin fêm dike. Mînak, heke civakek bi berdewamî bi têgihên wekî "xeter", "dijmin" an "qeyran"ê biaxive, dibe ku mirov cîhanê bêhtir bi fikar, xeternak û gefxur bibîne. Ji ber vê yekê, ziman tenê ne amûrek derbirînê ye; di heman demê de hêzek destkariyê ye jî. Siyaset, medya û bîrdozî bi bikaranîna zimên perspektîfên mirovan ên derbarê bûyeran diguherînin. Dema ku heman bûyer bi peyvên cuda tên vegotin, di hişê mirovan de wateyên cuda derkevin holê.

Li vir, rola hişmendiyê hê girîngtir dibe. Lewra hişmendî pîvana çavdêriya destkariyê ye. Mirov her tiştê ku dibihîse her gav wekî rastyekê napejirîne; pirsyar dike, dide ber hev û di parzûnke hişê xwe  re derbas dike. Civakên ku behreya ramana wan a hişmendiyê qels be, dibe ku takekesên wê civakê bi hêsanî werin xapandin. Lewra dema ziman bi rêk û pêk neyê bikaranîn, dibe ku rastî were veşartin, çilvirandin an jî berevajîkirin.  Ji ber vê yekê, hişmendî tenê ne rêzkariyeke/dîsîplîneke akademîk e; di heman demê de bingeha azadiya rewşenbîrî ye.

Li seranserê dîroka felsefeyê, gelek ramanweran li ser têkiliya navbera ziman, diyarde û hişmendiyê de nihêrînên girîng pêşkêş kirine. Ji Yewnanistana kevnar û pê ve, feylesofan li bersiva pirsa “Ka rastî çawa tê zanîn?” geriyane. Arîstoteles, bi sîstematîzekirina hişmendiyê, hewl daye ku qaîdeyên ramanê diyar bike. Li gor wî, ji bo gihîştina zanîna rastîn, divê raman ji nakokiyan azad bibe. Di serdema nûjen de, Ludwig Wittgenstein têkiliya navbera ziman û cîhanê pirsiyar kiriye û gotina wî ya "Sînorên zimanê min sînorên cîhana min in" bandoreke pir kûr li ser  serdema nû kiriye. Ev nêzîkatî teqez dike ku mirov rastiyê heta radeya zimanê xwe fêm dike.

Ramîna zanistî jî li ser têkiliya navbera ziman, diyarde  û hişmendiyê ava dibe. Zanyar pêşî diyardeyekê dibîne, paşê wê bi têgihan derdibîre û hewl dide ku bi rêya encamên hişmendiyê rave û şîrove bike. Ger zimanê zanistî ne zelal be an jî lihevhatineke hişmendî tê de tune be, agahiyên ku derdikevin ne ewlemend in. Ji ber vê yekê, rêbaza zanistî bi piranî li ser zelaliya zimannasî û rastbûna hişmendiyê ava dibe.

Bîrkarî/matematîk yek ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê ye. Ji ber ku zimanê bîrkariyê pir rast e, ew ji xeletiyên hişmendiyê re zêde ne meyildar e. Belê, zimanê rojane ji ber ku ne zelal e û ji bo şîrovekirinê vekirî ye, ji bo şaşî û xeletiyên fêmkirinê bêhtir meyildar e.

Di jiyana rojane de, mirov bi berdewamî di nav sêgoşeya ziman, diyarde û hişmendiyê de tevdigerin. Dema ku bûyerek tê vegotin, mirov rastiyê hildibijêre, wê di çarçoveyek zimannasiya taybet de pêşkêş dike û hewl dide ku hevgirtinek hişmendî ava bike. Ger di vegotinê de nelihevhatinên hişmendiyê hebin, guhdar îqna nabin. Ger ziman nebaş be, rastî bi tevahî nayê fêmkirin. Ger rastî were guhertin, dê zerarê bibîne. Ji ber vê yekê, ragihandina saxlem bi hevsengiya navbera van her sê hêmanan ve girêdayî ye.

Di encamê de, ziman, diyarde û hişmendî sê stûnên bingehîn ên ramana mirovan in. Diyarde rastiyê peyda dike, ziman wê aşkera dike, û hişmendî jî wê watedar û domdar dike. Dema ku yek ji van sê hêmanan tune be, têkiliya mirov bi rastiyê re qels dibe. Rastiya bêziman bêdeng dimîne; zimanê bêhişmendî tevlîheviyê derdixe û ramana ji diyardeyê dûr di nav xewn û xeyalan de wenda dibe.