Teoriya medyaya femînîst
Femînîzm li dijî desthilatdariyê û mêtingeriyê, fikra azadî û tevgera veguherînê diparêze.

Femînîzm li dijî desthilatdariyê û mêtingeriyê, fikra azadî û tevgera veguherînê diparêze. Femînîzm têgeheke gîrecan e û armanca li vir nîqaşa qaîdeyên ku nirx tê de hene nîne û di vê nivîsê de pênasekirina teoriya medyaya femînîst bi tena serê xwe nikare têgeha femînîzmê jî nîşan bide. Heke mirov mînakeke şênber bide, medyayên femînîst ji hêla femînîstan ve hatine sazkirin û nirxên femînîzmê û geşedanên medyaya femînîstan nîşan dide û naveroka medyayê jî li vir ne mecbûr e ji xeta çanda femînîzmê pêk be. Di platformên medyayê de bikaranîna ziman ji aliyê rêgez û bikaranîna têgehên femînîstan ve nêzîkatiyên jinan nîşan dide. Naveroka wan femînîst nebe jî nêrîn û bikaranîna ziman femînîst e. Hêz di destê jinan de ye. Polîtîkayên xwe venaşêrin û lêkolînên wan ên rojeva femînîstan û armanca wan jî vê nîşan dide. Bi rastî teoriya medyaya femînîstan ji derveyî cudahiyên zayendê, zayenda civakî esas digire. Nasname û tecrûbe li gorî zayenda civakê form digire û têkiliyên wê yên desthilatdaran jî tên nirxandin. Zayend li vir ji hêla civakê ve tê înşakirin. Mirov dikare bêje ku zayend çêkirî ye û wek xwezayî tê nîşandan. Pirsgirêkên medyayê jî di navenda nîqaşa femînîzmê de xuya dibe. Bi vî awayî nîqaşên hişk jî carna derdikevin holê. Ji hev cudatir çend heb teoriyên femînîzmê derbikevin jî heta niha li ser medyaya femînîst ramaneke hevpar derneketiye.
Dîroka aktîvîzmê
[caption id="attachment_4518" align="alignleft" width="357"]
Betty Freidan, 1970[/caption]
Di dîroka medyayên femînîst de bi pirtûka Betty Friedanê ya The Feminine Mystique (Tesewûfa Jinwarî) ê destpê dike. Ev pirtûk di sala 1963’yan de sîleyeke kovarên popûler a jinan (ku rêveberî di destê mêran de bû) dixe. Di nav kovaran de jinên ku dixebitin wek newrotîk û nebextiyar dihatin nîşandan û bextewariya jinan jî wek jina malê yan jî bi dayikbûnê ve dihat girêdan. Lê dîsa jî Betty Friedan wek Donna Allen bi bandor nîne û pêşengiya Allen wek mîrate ji bo pêşerojê dimîne. Donna Allen aktîvîstek e û azadiya sivîl û aştiyê diparêze. Di sala 1972’yan de Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP) ava dike. Dozên li hemberî weşanên jinan hatine vekirin dişopîne, li ser zextên polîtîkayê disekine û hewldaneke zagonî dide û li gorî wan jî raporan amade dike.
[caption id="attachment_4519" align="alignright" width="357"]
Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP)[/caption]
Di sala 1977’an de Donna Allen û keça wê di manîfestoyên xwe de bang dikin. Ji bofelsefeyeke ragihandinê ji bo hemû mirovahiyê nêzikatiyeke aştîxwaz û di hêla polîtîkayê de jî daxwaza wekheviyê destnîşan dikin. “Ji bo pêşveçûna jinan pêdiviyek heye ku ji derveyî saziyên jinan, jinên ku di saziyên mêran de dixebitin jî heye. Jin divê di saziyên wiha de şaşitî û berevajîkirina mêran sererast bikin."
Allen û keça wê ya duyemîn Martha Leslîe Allen ji bo rojnamegeriyeke femînîst 3 rêbaz diyar dikin: Teqez êrîş nekin, ji bo axaftina mirovan destûrê bidin û rojnamegeriya mêran red bikin.
Wê demê femînîzma lîberal hêdî hêdî berbiçav xuya dibû û ji hêla Enstîtuya Azadiya Çapemeniyê ya Jinan (WIFP) ve hinek dane tên tomarkirin: Di televîzyon an jî fîlman de ristên zayendiyê şaş nîşan didin an jî qet cih nadin jinan. Komîsyana Mafê Sivîlan a DYA’yê di raporeke xwe de balê dikişîne ser, di rêzefîlm û nûçeyan de temsîliyeta kesên rengdar ku zêde di medyayê de nayên nîşandan. Li gorî komîsyonê hinceta wê rewşê jî kesên rengdar û jin zêde xwe nîşan nadin û ji bo rêveberiyasaziyên medyayê jî kêfxweş nînin. Ji ber wan sedeman di medyayê de temsîliyeta wan jî têrî wan nake. Di raporê de herî zêde balê dikişînin ser girîngiya televîzyonan.
[Televîzyon] li ser kesan û koman agahî dide mirov. … Ji temaşevanan re agahdariya, kî çi ye û çawa ye parve dike. Bi rêya televîzyonê kesên xuya dikin balê dikişînin û eleqeya li ser wan kesan e. Kesên di televîzyonê de xuya nakin, mirov wan tune jî dikare bihesibîne. (Komîsyana Mafê Sivîlan a DYA'ê, 1977)
Bi gelemperî ev analîzên daneyan, hem ji bo zayendperestî û hem jî di qada medyayê de pirsgirêka îstîhdama jinan derdixe holê. Li aliyekî din jî di hêla xwerêzdariya jinan de bandoreke neyînî derdikeve pêşberî mirovan. Nêzikatiya “mîtolojiya” tevgerên femînîstan ên salên 60-70’yan wan doran ji aliyê Marjorie Ferguson ve xedarane tên pûçkirin. Ferguson dîsa daxwazên hevpar dubare dike; ji bo hêzgirtinê di medyayê de xuyakirina jinan, wekhevî, di saziyên medyayê de asteke bilind de temsîlkirina jinan û hwd…
Bikurtasî sîpela duyemîn a teoriya medyayên femînîst di esasê xwe de teswîra jinan bi serweriya mêran ve girêdide. Teswîrkirin li vir rola zayend, netewe û çîn (pol) diyar dike. Jin di lêgerîna li derveyî kar û xebatên kevneşopiyê de bibin jî dîsa jî pêşveçûna wan ji hêla mêran ve bihata astengkirin. Dîsa jî teorî li vir bandorên erênî ya jinan ku saziyên medyayê de cih girtine pêş dîtiye. Li vir tenê îstîsnayek heye ku ew jî ew e ku jinên di sektora reklamê de dixebitin. Di sektora reklamê de ji bo kêfxweşiya mêran bi nîşandayîna her parçeyê laşê jinan (lêv, çîmik, pêsîr) ve heyberî dikin (wek metayekê nîşan didin) û wek tiştekî seksûel nîşan didin. Bi her du awayî jî jin tim di nav hesta metirsiyê de dimînin. Nêrînên medyayê tim bi nêzikatiya îdeolojiya desthilatdaran ve tên îfadekirin û ev tişt jî li hemberî pêşveçûna hişmendî û gihandina kesayetê de pirsgirêkên mezin derdixin holê. Nêrînên wiha ne teqabulê rasteqîniyê ne û li derveyî rasteqîniyê dimînin. Lê mirov dikare bêje ku wek


